Ji Leyla Guven bo Sirri Sureyya Onder peyam 2025-04-18 21:47:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven der barê Sirri Sureyya Onder de peyam şan û got: “Ji bo mirovekî wisa bi nirx nav me de be ez ji dil dua dikim.”   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) Leyla Guven ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye der barê endamê heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder peyam şand.   Leyla Guven di peyama xwe de wiha got: “Sirri Sureyya Onder bi uslub, baweriya xwe ya bi aştiyê û têkoşîna ji bo aramiyê mirovekî pir bi nirx e. Ji bo mirovekî wisa bi nirx nav me de ez ji dil dua dikim. Ji bo malbat û hezkiriyên wî jî derbasbûyî be.”