Li Hewlêrê hevdîtina dîplomatîk hat kirin 2025-04-24 08:52:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re hevdîtin kir.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêrê hevdîtin kirin.    Di hevdîtinê de rêbazên piştevaniya çareseriya siyasî û ewlehî li herêmê, pêşxistina diyalogan di navbera aliyên sûriyeyî de, her wiha rola Fransayê di piştgiriya hewldanên çareseriya siyasî de hatin nîqaşkirin.