'Em dixwazin bi awayekî ewle vegerin Efrînê' 2025-04-24 09:05:07     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Helebê dimînin dan zanîn ji bo ew vegerin Efrînê divê garantiyeke ewlekariya wan hebe û wiha gotin:"Derheqê mirov û xwezayê de kiryar dewam in lewma dema ku hemû komên çeteyan ji bajêr derkevin wê demê em ê vegerin."   Di sala 2018’an de ji ber êrişên Tirkiyeyê zêdetirî 300 hezar Kurd neçar man ku ji Efrînê koç bikin. Piştî di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Demkî ya Şamê de di 10’ê Adarê de mutebeqeteke ji 8 xalan hate mohrkirin, xelkê Efrînê hêdî hêdî vedigere warên xwe. Di mutebeqetê de xala “Hemû Sûriyeyiyên ji warên xwe hatine kirin ji bo vegerin warên xwe dê dewleta Sûriyeyê ewlehiya wan biparêze” hebû. Bi vê yekê re welatiyên ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin koçberkirin jî dest bi amadekariyên vegerê kirin. Piştî dagirkeriyê, Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê li bajar bicih bûn û ji wê saetê ve bûyerên kuştin, talankirin, revandin, destdirêjî û hwd. zêde bûn. Bi peymanê re jî welatiyên Efrînî hêdî hêdî vedigerin bajarê xwe.    Jinên li Helebê dimînin têkildarî vegera bi ewle ya Efrînê nirxandin kirin. Jinan gotin:"Em naxwazin herin û dîsa di binê serweriya çeteyan de bijîn. Divê em bi rêxistina xwe re vegerin."   'Kiryarên ne baş li Efrînê dewam dikin'   Aytan Reşo da zanîn kiryarên ne baş ên ji aliyê çeteyan ve li Efrînê dewam dikin û wiha got:"Em derbasî 8 salan dibe ku em derbasî bajarê Efrînê nebûne. Sedema wê jî ji ber ev 8 sal in çeteyên dewleta Tirk cihên di Efrînê de girtine û warê me xistine bin serweriya xwe. Di roja me ya îro de gelek welatiyên Efrînê vedigerin cih û gundên xwe lê belê divê tu kes niha bê garantiya vegera ewle, venegerin. Ji ber heya roja îro li gundewar û navenda bajêr bûyerên revandin, kuştin û dizî dewam dikin."   Aytan Reşo da zanîn divê ew bi awayekî ewle vegerin Efrînê û got divê dewletên navneteweyî garantiya vegereke ewle bidin.   'Divê em bi rêxistina xwe re vegerin'   Aytan Reşo bi lêv kir ku ew dixwazin Efrîn ji çeteyan rizgar bibe û wiha pê de çû:" Ev çeteyên ku warê me xistin bin serweriya xwe îro hemû kiryarên li dijî pîvanên mirovahiyê dewam kirin. Goristanên zarokên me, pakrewanên me rûxandin û li ser wê lîstogeh dan çêkirin. Li ser xwîn û termên zarokên me bazar ava kirin. Em naxwazin herin û dîsa di binê serweriya çeteyan de bijîn. Divê em bi rêxistina xwe re vegerin."   'Em serî li hemberî çeteyan natewînin'   Di dawiya axaftina xwe de Aytan Reşo got:"Divê em kiryaran ji bîr nekin. Em hesab bipirsin. Divê kujer bên cezakirin da ku em serbilindî vegerin warê xwe. Çeteyên ku destê wan di qetilkirina zarokên me de hene, em serî ji wan re natewînin. Em ê teqez vegerin, ev hêviya me ya 8 salan e û bi serbilindî wê ev veger misoger bibe."   'Em dixwazin bi awayekî bi rûmet vegerin'   Zekiya Mihemed a ku 8 sal li kantona Şehbayê di nava şert û mercên dijwar de li berxwe dide wiha got:"Piştî warê me ji aliyê dagirkeran ve hat bidestxistin bi darê zorê em koçberî kantona Şehbayê bûn. Li wir piştî berxwedana me ya 8 salan carek din em koçber bûn. Em derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Îro em dibînin ku peyman tên îmzekirin û tê de li ser vegera li Efrînê nîqaş tên kirin. Lê belê her daxwaza me vegerek bi rûmet e. Gelek pakrewanên me hene. Ev jî daxwaza wan bû."   'Divê em bi hev re vegerin'   Di dawiya axaftina xwe de Zekiya Mihemed got divê ew tev bi hev re vegerin Efrînê û wiha dewam kir:"Îro gelek welatiyên me berê xwe didin bajarê Efrînê weke ku tu tişt li wir nîne û kiryar ne berdewam e lê belê berovajî wê îro kiryar berdewam in. Derheqê mirov û xwezayê de kiryar dewam in lewma dema ku hemû komên çeteyan ji bajêr derkevin wê demê em ê vegerin."   'Heta niha em di êşa koçberiyê de ne'    Di dawiyê de Meryem Ehmed jî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kir û wiha pê de çû:" Beriya 8 salan em ji cih û warê xwe bi darê zorê hatin koçberkirin û heya niha em derbider in. Tevî ku 8 sal derbas bûn jî lê hîna em êşa dûrketina ji warê xwe dikşînin. Heya roja îro hestiyên zarokên me li bin darên zeytûnê mane ev jî mezintirîn êş e. Heta niha em di êşa koçberiyê de ne."   Ji bo dosyaya Efrînê ti gav nehatine avêtin   Meryem Ehmed bi lêv kir ku desthilata Şamê heya niha ti gav ji bo çareserkirina dosyaya Efrînê nedaye avêtin û wiha pê de çû:"Desthilatdariya Şamê ku xwe bi navê hikumeta nû dide pênasekirin heya niha ji bo rewşa Efrînê û vegera bi ewle ya welatiyên bajêr nedaye avêtin. Ji ber heya roja me ya îro çeteyên dewleta Tirk serweriya xwe li ser mal, milk, erd û zeviyên me dikin. Ev yek jî vegera me a bi ewle rave nake, gelê me di van demên dawî de dizivirin Efrînê lê ev gavavêtin şaş tê dîtin. Divê vegera me bi şervan û zarokên me re be da ku ew veger bi rûmet be."   'Em ê bi def û zirneya xwe vegerin'   Meryem Ehmed da zanîn ew dixwazin bi coş vegerin warê xwe û wiha bi dawî kir:"Heger em bixwazin xwedî li keda pakrewanên xwe derkevin, divê em bê hêzên xwe venegerin warê xwe. Wê vegera me bi coş û serbilindî be. Em ê bi tilîlî, def û zirneya xwe vegerin."