'Divê zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn' 2025-04-26 09:03:38   ÎZMÎR - Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Cansu Başer da zanîn ku di navbera zarokan de newekheviya derfetê heye û got: “Li vî welatî duyemîn zimanê mezin kurdî ye. Ev ne diyariyeke ev ne tiştekî ku hatiye dayînê ye, ev mafê me yê herî sereke ye.”   Heyeta DEM Partiyê ku ji parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Ozturk Turkdogan pêk dihatin di 24’ê Nîsanê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin. Hevdîtin du saetan berdewam kir û piştre daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş derketin pêş. Lê daxwazên welatiyan bi vê sînor nînin û daxwaza mafê zimanê dayikê  jî dikin. Sekretera Jinan a Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Sen a Îzmîrê Cansu Başer der bar mijarê de axivî û got ev mafê sereke yê mirovî ye û got divê bikeve bin parastina destûra bingehîn.   ‘Mafê herî sereke ye’   Cansu Başer da zanîn ku bi avabûna komarê re yekparêzî hatiye ferzkirin hemû ziman tune hatine hesibandin û got: “Hemû ziman tune hatine hesibandin. Tunehesibandin di heman demê de tunehesibandina mirovahiyê ye. Yek zimanî, yek olî, yeknetewî hatiye ferzkirin. Ne tenê di peymanên mafê zarokan de, di peymanên navneteweyî yên ziman û perwerdehiyê de jî Tirkiyeyê xwe daye alî. Ev helwesta Tirkiyeyê nîşan dide.”   ‘Divê bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn’   Cansu Başer daxuyakirin ku heta pirsgirêka ziman çareser nebe serkeftin û çareserî ne pêkan e û got divê perwerdehiya bi zimanê dayikê bikeve bin ewlehiya destûra bingehîn û got: “Duyemîn zimanê mezin ê vî welatî Kurdî ye. Ev ne diyarî ye, ev ne tiştekî ku dane me ye. Ev mafê me yê herî sereke ye. Divê zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Divê her zarok wekhev ji maf fêde bigirin. Lê mixabin di navbera zarokan de newekheviya derftê heye. Zarokên Kurd têkoşîna perwerdehiya bi zimanê xwe didin.”   ‘Bêdengkirina ziman mudaxaleya li nasnameya jinê ye’   Cansu Başer wiha dirêjî dayê: “Li dibistanên razayî pirsgirêkên ziman tên jiyîn. Li zarokên keç zext tên kirin. Dibêjin ‘Tirkî biaxivin zêde biaxivin’. Li dibistanan bi ziman hestê şermê tê afirandin. Ji ziman şerm tê kirin, nayê axaftin û ev asîmîlebûnê diafirîne. Ji ber vê ziman bi tunebûnê re tê rû hev. Bêdengkirina ziman tê wateya mudaxaleya li nasnameya jinê. Divê demildest pirsgirêka zimanê dayikê ji holê  bê rakirin. Divê dest ji ferzkirina yekzimanî bê berdan. Divê her kes li ser mafê destûra bingehîn rolê bilîze. Divê pêvajoya çêkirina di destûra bingehîn de her kes xwedî maf be û her kes xwe aydê vê destûra bingehîn bike.”