Beşdaran berê xwe dan cihê Konferansa Yekrêziya Kurdî 2025-04-26 10:13:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Şande û kesayet ji bo tevli Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibin berê xwe didin Parka Azadî. Ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û deverên cûda yên Sûriyeyê dê zêdetirî 400 kes beşdarî konferansê bibin.   Ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê û deverên din ên Sûriyeyê zêdetirî 400 kes beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dibin. Konferans li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê pêk tê.   Li gorî komîteya amadekar a konferansê, nûnerên tevahî partiyên kurdî, rêxistinên jin û ciwanan, kesayetên rewşenbîrî û civakî, hunermend, rûspiyên eşîrên Rojava, kesaytên Kurd ên ji Şam, Heleb, Hema, Bab û Ezazê dê beşdar bibin. Ji Bakurê Kurdistanê şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), nûnerên partî û rêxistinên ji Başûrê Kurdistanê jî dê tev li konferansê bibin. Her wiha peyamên partiyên ji derveyî welat jî dê werin xwendin.   Konferans dê saet 10.00’an de bi axaftina destpêkê û hilbijartina dîwana konferansê dest pê bike. Piştre dê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm biaxive. Her wiha dê axaftin ji aliyê mêvanan jî bê kirin û peyamên ji bo konferansê werin xwendin.   Piştî axaftin û nîqaşan, dê konferans ji ragihandinê re girtî dewam bike. Reşnivîsa wesîqeya yekrêziya kurdî ya ku berê hatibû pêşniyarkirin dê were gotûbêjkirin û şeklê dawî were diyarkirin.   Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.   Li gorî komîteya amadekar,  zêdetirî 60 saziyên ragihandinê û nêzî 200 rojnamevan ji bo şopandina konferansê hatine vexwendin.