Komxebata Girtîgehan a ÎHD'ê dest pê kir 2025-04-26 11:35:25     AMED - Şaxa ÎHD'ê  ya Amedê ji bo balê bikişîne ser binpêkirina mafên girtiyan “Komxebata Girtîgehan” a ku du rojan bidome, dest pê kir.   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtîgehan û binpêkirina mafên girtiyan “Komxebata Girtîgehan” ku du rojan bidome, li dar dixe. Komxebat li avahiya komeleyê pêk tê û dest pê kir. Di komxebatê de binpêkirina mafên girtiyan û pirsgirêkên pê re rû bi rû dimînin dê were nîqaşkirin. Her wiha ji bo çareserkirina pirsgirêkan dê pêşniyar bên kirin.   Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, her wiha rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên mafên mirovan û hiqûqê, endam û rêveberên ÎHDê tev li komxebatê bûn.   Axaftina destpêkê ya komxebatê Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz kir û malovaniya beşdaran kir.   ‘Hê jî tu gav ne hatiye avêtin’   Paşê jî Huseyîn Kuçukbalaban axivî û diyar ku dema ku ew behsa mafên mirovan dikin ewilî girtîgeh tê hişê mirovan û wiha got: “ÎHD bi piştevanî û desteka malbat û dayikên girtiyan hat avakirin. Em wekî ÎHD'ê raporên xwe parve dikin. Lê bawer bikin raporên em parve dikin gelek hindik û kêm in jî. Berê dema ku girtîgehên Tîpa F hatin avakirin, girtiyan nexwest biçin girtîgehên Tîpa F. Lê rewş hat wê astê ku îro girtî dixwazin herin Tîpa F. Wezareta Dadê cezaya îdamê rakir lê îro cezayên muebedê li girtiyan dibirin. Ev jî îdam e, ji girtiyan dibêjin li girtîgehan bimirin. Em wekî ÎHDê dibêjin ev yek îdam e. Em ê îro mafê hêviyê jî di nav de em ê li ser binpêkirinên mafên girtiyan biaxivin. Îro pêvajoyek heye lê hê jî dewlet tu gav neavêtiye. Tecrîd berdewam dike, di vî warî de jî tu gav nehatiye avêtin. Hevala me Hatîce Onaran bi hinceta ku ji hevalek xwe girtî re 200 lîre rêkiribû, hat girtin, Em ê li ser van binpêkirinan biaxivin.”   Komxebatê bi pêşkeşiya rêvebera Navenda ÎHD'ê Nûray Çevîrmen berdewam kir.   Paşê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.