PKK'ê di daxuyaniya 1'ê Gulanê de bal kişand ser pêvajoyê 2025-04-28 08:58:48      NAVENDA NÛÇEYAN - PKK'ê diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di 1'ê Gulanê de têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind kir, bi vî rengî jiyana herî bi wate afirand. PKK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û li ser pêvajoyê peyamên girîng da.   Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek bi rêya ANF'ê parve kir û bal kişand ser pêvajoyê.   Daxuyaniya PKK'ê wiha ye: "Em 1'ê Gulanê rojeke nû ya yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya çîna karker dijîn. Piştî 8'ê Adarê û Newrozê, di 1'ê Gulanê de karker û gelên kedkar wê qadan tije bikin û li her qadê têkoşîna demokrasiyê ya antî-faşîst bilind bikin. Wê bi dengekî bilind daxwaza xwe ya avakirina sîstema demokratîk a azad, wekhev û adîl bînin ziman û li dijî faşîzmê têbikoşin. Wê ji bo avakirina civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiya civakî yekîtî, hevgirtin û têkoşîna xwe xurt bike.   Li ser vê bingehê, em 1'ê Gulanê bi taybetî li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, karker û kedkaran, jin û ciwanan, li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk pîroz dikin. Em di sala nû ya 1'ê Gulanê de serketinên mezin ji hemû kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re dixwazin. Em di şexsê fermandarên gerîla Mehmet Karasûngûr, Mehmet Emîn Aslan û Ramazan Kaplan de şehîdên Taksîmê yên 1977'an û hemû şehîdên 1'ê Gulanê bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ji hevrê û dostê xwe Sirri Sureyya Onder ê ku di vê pêvajoya 1’ê Gulanê de têkoşîneke xurt a jiyanê dide re, şîfaya lezgîn dixwazin.   1'ê rê nîşanî gelên kedar dide   1’ê Gulanê yek ji mîrateya herî watedar û zindî ya reel sosyalîzmê ye. Bêguman a ku vê rojê bi wate dike, rastiya şehîd û berxwedana wê ye. Berxwedana rizgariya ji zext, zordarî û kedxwariyê û ji bo wê şehîd dayîn, her tim nirxekî ku rê nîşan dide û hêzê dide têkoşîna azadî, wekhevî û edaletê, ava kiriye. Her çend di dîrokê de gelek taybetmendiyên reel sosyalîzmê hatine derbaskirin jî, rastiya 1’ê Gulanê mîna stêrkek rênîşandan ku îlhamê dide, di bîra gelê kedkar de cih girt.   Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo berxwedaneke azadiyê ya dîrokî bi pêş xistin. 8'ê Adarê û Newroz bi wateya herî rast pîroz kirin. Her wiha di 1’ê Gulanê de têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind kirin. Vê têkoşînê jiyana herî bi wate derxist holê. Her 1’ê Gulanê bûye roja nûbûna hişmendî û vîna sosyalîst a demokratîk. Di heman demê de bûye rojek ku tê de rêxistinbûn û çalakî her tim bi pêş dikevin. Teoriya Şaristaniya Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin hiştiye ku 1'ê Gulanê rasttir were fêmkirin û li gorî wateya wê were jiyîn.   Bêyî azadî û aştiyê aştê pêk nayê   Tevgera me û gelê me vê 1’ê Gulanê li ser bingeha 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de daye, dijîn. Eşkere ye ku aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bêyî aştiya Kurdistanê ne mimkûn e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê dawî li pevçûnan bên û aştiyeke rasteqîn pêk were. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst a cîhanî li ser esasê parçekirina Kurdistanê û serdestiya wê ya mêtinger ava bû. Lewma aştiya rasteqîn a li cîhanê û Rojhilata Navîn tenê bi aştiya Kurdistanê re dikare pêk were. Civaka demokratîk sekneke cewherî ye ku li gorî xwezayê mirovahiyê ye. Ev civak civakeke aborî, ekolojîk, azadiya jinê, konfederalîzma demokratîk û sosyalîst a demokratîk e. Di roja me ya îro de ji her kesî bêhtir pêwîstiya jinê û Kurdan ên bindest bi aştî û pêşxistina civaka demokratîk heye. Ji ber vê yekê gelê me û dostên me di serî de jin û ciwan wê wateya 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' kûrtir fêm bikin û çalakiyên 1’ê Gulanê veguherînin geşkirina vê hişmendî û çalakiyê. Bi belavkirina paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê re, wê di her qadê de hişmendiya enternasyonalîst a sosyalîst a demokratîk û hevgirtinê bi pêş bixin.   Gelê me û raya giştî ya demokratîk baş dizane ku em weke Tevger û gel bi hemû hêza xwe xwedî li banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk derketin û ev 2 meh in em hewl didin vê bangê rast fêm bikin û bi awayekî serketî pêk bînin. Me di daxuyaniyên xwe yên 1'ê Adarê û Newrozê de ev helwest bi zelalî anî ziman. Tevî taktîkên taloqkirinê û êrîşên leşkerî yên desthilatdariya AKP'ê jî, em vê helwesta xwe didomînin. Ji ber em di ferqa zehmetiya çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne, lewma em bi bêhnek fireh tevdigerin û hewl didin ku nebin aliyê ku pêvajoyê xira dike. Heyeta DEM Partiyê daxuyaniyên xweşbînî dike. Em dibihîzin ku Rêber Apo bi hêvî ye û xebatên xwe didomîne. Lê belê ji bo tiştên ku di banga 27'ê Sibatê de hat gotin bê pêkanîn, heta niha gavên şênber nehatine avêtin. Em hêvî dikin ku ev rewş biguhere, Rêber Apo bikaribe azad bijî û bixebite û kongreya partiyê ya ku her kes bi kelecanekê li bendê ye bi rê ve bibe.   Em li benda Rêber Apo ne ku kongreyê rêve bibe   Em careke din gelê xwe û dostên xwe hişyar dikin û bang li wan dikin ku banga 27'ê Sibatê rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a 27'ê Sibatê ne bangek e ku dewlet an jî hikûmet tiştekî bide me ye. Berovajî vê ev bang bi hişmendiya azadî û demokrasiyê perwerdekirin, rêxistinkirin û demokratîkkirina civakê ye. Aştî tenê li ser vê bingehê dikare were bidest xistin û civakeke demokratîk tenê bi vê têgihiştinê were avakirin. Ji ber vê yekê divê ti kes ne di rewşa bendewariyê de be. Li gorî bingeha yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya 1'ê Gulanê divê her kes seferber bibe û ji bo pêşxistina hişmendiya civakî ya demokratîk, rêxistinbûn û yekîtiya hemû bindestan bixebite. Divê her tişt li ser vê bingehê bê bidest xistin.   Bang rêbaza jiyanê ye   Beriya her tiştî divê mirov zîhniyet û şêwaza jiyana xwe biguhere. Banga Aştî û Civaka Demokratîk beriya her tiştî banga şoreşa zîhniyet û jiyanê ye. Divê ev rastî pir baş were fêhmkirin. Di xeta aştî û civaka demokratîk de dema guhertin û veguhertinan hatiye û vê pêvajoyê êdî destpê kiriye. Çiqas li ber xwe bidin jî wê ti kes nikaribe li derveyî vê guherîn û veguhertinê bimîne. Rêber Apo guhertin û veguhertina xwe ya şoreşgerî pêk aniye. PKK’ê jî li ser vê bingehê guhertin û veguhertina pêwîst dijî. Li ser vê bingehê hemû gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd wê guhertin û veguhertina demokratîk pêk bînin û ev yek wê li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema guhertin û veguhertina demokratîk. Hem 1’ê Gulanê hem jî meha Şehîdan wê bibe wesîleya ku gel û dostên me di pêşengiya jin û ciwanan de guhertin û veguhertineke bi vî rengî bijîn.   Li ser van bingehan em careke din 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran, jin û ciwanan, hêzên sosyalîst û şoreşger pîroz dikin. Em di şexsê hevrê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr û Hozan Mizgîn de hemû şehîdên meha Gulanê bi hurmetî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her deverê, bi awayekî çalak û xurt beşdarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin!"