Civîna Meclisa Jinan pêk hat 2025-04-30 14:29:42     AMED - Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xurtkirina yekitî û piştgiriya di navbera karmendên jin de kom bû.   Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi civînên ku her meh li dar dixe, xebatan ji bo dabînkirina wekheviya zayendî dimeşîne. Meclisa Jinan, ku armanc dike yekitî û piştgiriya di navbera karmendên jin de xurt bike, civîna navberê ya meha nîsanê pêk anî.   Di civînê de, çalakiyên ku dê ji bo xurtkirina yekitî û piştgiriya di navbera karmendên jin de bên kirin, hatin nîqaşkirin.