Li Şengalê pîrozbahiya 1’ê Gulanê 2025-05-01 12:05:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Gel a Şengalê bi boneya roja cîhanî ya kedkar û karkeran 1’ê Gulanê bi şahiyekî pîroz kir û hate gotin, ev roja serî rakirina li dijî kedxwariyê ye.    Şaredariya Gel a Şengalê bi beşdariya hemû kedkarên şaredariyê û hemû endamên rêveberiya xweser a Şengalê li Xanesorê 1’ê Gulanê pîroz kirin.   Beriya şahî destpê bike, Şaredariya Gel bi amadebûna welatiyan û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî wateya rojê daxuyaniyeke çapemeniyê bi ûnîformayên xwe yên kar da.   Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Sîba Şêx Xidir Elmas Nayîf ve hate xwendin û hate diyarkirin ku îro roja serî rakirina li ber kedxwariyê ye.   Di daxuyaniyê de wiha hate ragihandin:    "Ev roja têkbirina ketxwarî û serî rakirina li ber wê ye. Kedxwarî bi destpêkirina zîhniyeta desthilatdariyê re destpêkiriye. Karker û kedkar mirovên herî zêde bi keda xwe jiyan dikinin, cîhanekî aram û aştiyane dixwazin. Lewma divê herî zêde kedkar û karker li dijî şer, pevçûn, zilm û zordarî û ne heqiyê derkevin. Ev sîstema desthilatdariyê li ser keda kedkar û karkeran ava bûye. Ev nîzam êrişê karker, kedkar û jinan dikin. Ev nizama desthilatdar ya dewletan civakê diperçiqîne, dike xulam û koleyan ava dike. Heman nîzame civakê lewaz dike, aboriyê qut dike û mihtacê xwe dike. Bi vî awayî nizama xwe bi kolekirina karkeran ava dike.   Weke civaka Êzidî me bi hezarî salan bêyku mihtacê kesî bibin, bi keda xwe jiyan kiriye. Em bi hevkarî dayîna hev û keda xwe dijîn. Em niha têkoşîna aborî, wijdanî û exlaqî didin. Bi vê boneyê em roja têkoşîn û berxwedanê, roja xwe dibînin. Em weke gele Êzidî vê rojê weke roja xwe dibînin, ji ber em hemû kedkarin.   Wek Rêber Apo dibêje; ‘Ked azadiye.’ Mirovên kedkar mirovên bi wijdan û azad dijînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘‘Em banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Apo, ji bo karker û kedkaran wekî şansek dibînin û ji bo vê pêvajoyê xebat dikin. Divê kedkar û karker cîhanê ji vê zordariyê xilas bikin. 1’ê Gulana 2025’an li hemû karker û kedkarên cîhanê û Şengalê pîroz dikin.”   Daxuyanî bi dirûşmên, "Bijî 1'ê Gulan, Bimre zilm û zordarî, Bijî Aşîtî û Civaka Demokratîk" bi dawî bû.   Piştî daxuyaniyê li Baxçeyê Şehîd Dijwar bi gerandina govendê roja karkeran hate pîrozkirin.