Rejîma Îranê mamostaya Kurd ji kar dûrxist 2025-05-01 14:35:49        NAVENDA NÛÇEYAN -Sendîkaya Mamostayên Kurdistanê ragihand ku mamostaya Kurd Sumeye Exterşemerli Merîwanê ji aliyê rejîma Îranê ve ji kar hate durxistin.   Zext, girtin û gefên rejîma Îranê yên li ser welatparêz, çalakvan û mamostayên Kurd di dome. Mamostayek din li Rojhilatê Kurdistanê ji kar hate dûrxistin.   Sendîkaya Mamostayên Kurdistanê ya Liqa Merîwan, Seruabad, Sine, Seqîz û Zîwiye yên Rojhilatê Kurdistanê derbarê durxistina mamostaya Kurd Sumeye Exterşemer daxuyaniyek parev kir.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji aliyê Dadgeha Dadwerî ya Îdarî ya Îranê ve, Mamostaya zimanê Înglîzî û çalakvana Sendîkaya Mamosteyên Merîwanê Sumeye Exterşemer ji karê xwe hate dûrxistin.   Hate ragihandin ku li ser bingeha nameyek ya Rêveberiya Perwerdehiyê ya Merîwanê, ew ji aliyê Desteya Seretayî ve bi tometa ‘binpêkirina rêveberiya karmendên Sineyê’ ji kar hatiye dûrxistin. Ev biryar di dawiya Gulana 2024’an de ji aliyê Desteya Temyîzê ya Wezareta Perwerdeyê ve hatibû pejirandin.   Sendîkayê her wiha da zanîn ku di 18’ê Gulana 2024’an de Mamosta Sumeye Exterşemer bi tometa ‘weşandina naveroka bêexlaq û nûçeyên derew li dijî Îranê, endamtiya çalak a malperên nefermî yên sendîkaya mamosteyan li ser torên medya dijîtal, nivîsandina pirsan ji bo qursên navxweyî yên Îngilîzî ji bo piştgiriya cudakariya xwepêşanderan’ hate sucdarkirin û ceza lê hate birîn.   Hêjayî bi bîrxistinê ye zêdetirî 700 mamoste li Rojhilatê Kurdistanê rastî kêmkirina mûçeyan hatine û 47 mamoste ji mafê xwe yê terfîkirinê hatine bê parkirin. Li dijî zêdetirî hezar mamostayan doz hatine vekirin û bi sedan mamoste ji kar hatine avêtin û bi zorê hatine teqawidkirin.