Gumanbarê tundî li zaroka du salî kir hat girtin 2025-05-01 18:57:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Denîzliyê gumanbar S.D yê tundî li bebeka du salî kir hat girtin.   Li navçeya Saraykoy a Denîzliyê  zaroka du salî ku birin nexweşxaneyê hat tespîtkirin ku hatiye derbkirin. Dayik S.B.D di îfadeya ku da de da zanîn ku S.D yê ku pê re dijî, alkolê bikar tîne û tundiyê hem li wê hem li zaroka wê ya 2 salî dike.  Gumanbar S.D ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.