Jin li dijî pirsgirêka hişbirê li qadan in 2025-05-06 09:02:51   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Jinan der barê pirsgirêka tiryakê ya ku bi polîtîkayên şerê taybet re roj bi roj zêde dibe, diyar kirin ku ev pirsgirêk pirsgirêka sîstemê ye û gotin, "Dewlet jixwe dixwaze zarokên me bikevin vê rêyê."   Pirsgirêka tiryakê pirsgirêkek gerdûnî ye. Li gorî sala 2021’ê, ji her 17 kesên di navbera 15-64 salî de 1 jê tiryakê bikar tîne. Li gel ku hev hejmar di sala 2011-an de 240 mîlyon bû, di sala 2021-ê de gihîşt 296 mîlyonî, ku ji sedî 5,8 ê nifûsa cîhanê di navbera 15-64 salî de tiryakê bi kar tînin. Beşek ji vê zêdebûna ji sedî 23 bi zêdebûna nifûsê ve girêdayî ye. Mirinên têkildarî bikaranîna tiryakê di sala 2019-an de bi qasî 500,000 hate texmînkirin ku li gorî sala 2009-an ji sedî 17,5 zêdebûye.   Li Tirkiye û Kurdistanê di serî de pirsgirêka bikaranîna tiryakê her roj pirsgirêkek nû derdikeve holê. Rêze pirsgirêkên ku ji ber tevliheviya  welat derdikevin, di serî de ciwan bandorê li kesên temenên cuda cuda dikin. Li bajaran, tevahiya nifûsê, nemaze malbat, dest bi pêşxistina alternatîfên li dijî tiryakê kirin. Yek ji van jî avakirina Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê bû. Di 26’ê Nîsanê de li Amedê piştî meşa bi beşdariya gelek kesan, bi dirûşma “Şiyar be” avakirina Platforma Têkoşîna li dijî Tiryakê hat îlankirin. Platformê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka tiryakê ya li hemû qadên bajêr piştî avabûna wê yekser xebatên xwe bidomînin.   'Dewlet jixwe dixwaze zarokên me bikevin vê rêyê'   Yek ji beşdarên meşê Nazli Çokdalan jî diyar kir ku yên ku zarokan jehrî dikin bi dewletê re hevkariyê dikin û got, "Divê em pêşî li zarokên xwe bigirin ku rajerî tiryakê nebin. Yên ku dest bi vê rêyê kirine, divê em wan rizgar bikin. Dewlet tiştekî ji bo me nake. Dewlet jixwe dixwaze zarokên me bikevin vê rêyê û bikevin nava vê çiravê. Dewlet naxwaze ku zarokên me hay ji çand û nasnameya xwe hebin.  Çi ji destê me bê em ê bikin û nehêlin ku zarokên me bikevin vê rewşê.  Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Tişta ji aliyê sîstemê ve hatiye kirine’   Meryem Turan, anî ziman ku sîstem dixwaze zarok ji mal, malbat û nirxên xwe dûr bikevin û got, "Ji bo pirsgirêka tiryakê ji Sûmerparkê heta Keçî Burcû meş hat lidarxistin. Li vir her kes dizane ku li Amedê li her derê fuhûş û tiryak heye. Ev tişta ku sîstemê pêş xistiye ye. Îro sîstem dixwaze zarokan jî malbat û nirxên wan dûr bike. Werin dest ji tiryakê berdin û li dijî vê yekê derkevin, kolan bi kolan,  tax bi tax bigerin û bi partiya xwe re  têbikoşin ku zarokên me nekevin destê tiryakfroşan. Li parka nêzî mala me tiryak tê kişandin.  Dema di ber wan re derbas dibim gelek xemgîn dibim û wan hişyar jî dikim."   'Polîs got, "Guh nede, bila bi kar bînin'   Guler Sevîk jî diyar kir ku ev pirsgirêk li her devera Amedê belav bûye û got, "Li ber deriyê me, li taxa me û li her derê Amedê tiryak tê firotin. Ji ber tiryak kêşan  em nikarin biçin cihekî, ji ber ku dema tiryakê dikişînin ne li ser hişê xwe ne. Ji malên xwe tiştek digirin û dibin difroşin ku  tiryakê pê bistînin. Dema ku li malê narkotîkê nadin, dema ku em ne pereyan bi kar tînin, tiryakê dikirin. Dema ku me meş lidardixist zarokê 15 salî ji polîs pirsa hûn çima nayên baglarê kir û polîs jî got, 'guh nede bila yên baglarê bikişînin'."