Divê cotstandartiya li pêş mafê hêviyê bê rakirin 2025-05-08 09:04:28     STENBOL - Endama Weqfa Aştiyê Fatma Unsal têkildarî daxuyaniya ku der barê mafê hêviyê de dane  axivî û got: “Mirovên ku bi salan e girtîne û di çarçoveya sûcên li hember dewletê hatine dîtin û ji mafê hêviyê fêdeyê nagirin, hene. Di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî wê ji bo pêvajoya aştiyê bi fêde be.”   Bi armanca naskirina mafê hêviyê 46 rêxistinên civaka sivîl û baroyan di rojên borî de daxuyaniyek hevpar dan. Weqfa Aştiyê jî metna daxuyaniyê îmze kiribû. Ji weqfê Fatma Unsal, der barê daxuyanî û mafê hêviyê de axivî.   Cotstandartî: Mafê hêviyê   Fatma Uysal daxuyakirin ku pêkanîna mafê hêviyê bi cotstandartî pêk tê û ev maf ji bo sûcên li dijî şexs pêk hatine pêk tê lê di sûcên li hember dewletê pêk nayên. Fatma Uysal wiha got: “Di cezakirinan de cezayê muebetê bi armanca cezakirina seranserê cîhanê nayê kirin hedefa esas bi civakê bê qezenckirinê ye. Ji ber vê piştî salan şûnde ji bo mirov ji nûve bi civakê bên qezenckirin divê şert û merc li ber çavan bên derbaskirin. Lê li Tirkiyeyê ev pêk nayê. Bi taybet di sûcên li hember dewletê de mirov seranserê jiyanê girtina wan esas tê giritn. Dirêjkirina ceza cezayê darvekirinê ye. Di sûcên li hember kes dibe di sûcên li hember dewletê dibe divê cotstandartî pêk neyê û mafê hêviyê ji nûve bike rojevê. Dewlet sûcên li hember xwe dixe çarçoveya terorê û ev dibe sedema binpêkirina mafê mirovan.”   Hewldanên STK’yan   Fatma Unsal der  barê daxuyaniya têkildarî mafê hêviyê de ku baro û STK’yan daye de axivî û got di vê pêvajoya ku aştî tê nîqaşkirinê de divê mafê hêviyê bê rojevê û pêk bê. Fatma Uysal wiha dirêjî dayê: “Di çarçoveya sûcên li hember dewletê de mirovên bi salan girtîne û ji mafê hêviyê fêdeyê nagirin hene. Ji bo vê me got divê civak û meclîs vê bike rojeva xwe. Hêviya me ev e ku bê nîqaşkirin û di vê pêvajoyê de bigihêje armanca xwe.”   ‘Mafê hêviyê pêk bê wê binpêkirina mafan çareser bibe’   Fatma Uysal balkişand ser banga ‘aştî ûcivaka demokratîk’ ya Abdullah Ocalan û got: “Mafê hêviyê ne tenê Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyî eleqeder dike. Gelek mirovên cezayê muebetê girtine hene. Dema mafê hêviyê pêk bê di serî de Birêz Ocalan wê  binpêkirina mafan yên li ser girtiyan jî bidawî bibe. Abdullah Ocalan û mirovên din wê fêdeyê bigirin.”   Gelek tiştên bên kirin hene…   Fatma Unsal wiha dawî lê anî: “Divê azadiya fikr û ramanê bên temînkirin. Ji bo aştiyê divê komîsyonek bê avakirin. Derxistina qanûnan girîng e. Gelek tiştên bên kirin hene. Ji bo ev mijar bikeve rojeva civaka sivîl û siyaetê ez di vê komê de me. Em li ser mijarên ku dikarin çi bikin diaxivin û hevdîtinan dikin.”