Hat xwestin ku girtiyên nexweş tavilê bên berdan 2025-05-09 14:32:08      AMED - MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER' ê xwestin girtiyên nexweş tavilê bên berdan.   Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li pêşiya Edliyeya Amedê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina jiyanê, înşakirina aştiyê ye “ hat vekirin û parlamanterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bûn. Daxuyanî ji aliyê aliyê Endamê Komîsyona Girtiyan a OHD'ê Ferhat Koçeroglû ve hat xwendin.    Ferhat Koçeroglû diyar kir ku girtiyên nexweş ji ber biryarên ATK'ê nayên berdan û got ku ATK bi yek alî kar dike. Ferhat Koçeroglû da zanîn ku girtiyên nexweş ji ber rewşa kêfî nayên berdan û xwest tavilê girtiyên nexweş bên berdan.   Ferhat Koçeroglû xwest di serî de şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan werin başkirin û li ser azadiya wan xebat bên destpêkirin.   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.