Li Bursayê mirina biguman a jinekê 2025-05-10 22:22:57   NAVENDA NÛÇEYAN-Li Bursayê jina bi navê Ayşe Açar di xaniyê ku şewat derket de biguman jiyana xwe ji dest da. Li taxa Mollaarap a navçeya Yildirim a Bursayê  di avahiyeke sê kat katê sîwanteyê de şewat derket. Li ser îxababarê ekîbên polîs, tenduristî û îtfayê çûn cihê bûyerê.Piştî mudaxaleya 30 deqeyî şûnde cenazeya jina bi navê Ayşe Açar a 63 salî hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga saziya tipa edlî ya Bursayê. Hevjînê Ayşe Açar ji bo îfadeyê birin navenda polîsan.