Bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî şahî hat lidarxistin 2025-05-19 14:17:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dêrikê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî û bidawîbûna sala perwerdeyê şahiyek ji xwendekarên dibistanên seretayî re hat lidarxistin.   Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi hemahengiya Rêveberiya Dibistana Şehîd Aydil a seretayî ya bajarê Dêrikê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) û bidawîbûna sala perwerdeyê, şahiyek li dar xist.   Şahî li Navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê bi amadebûna bi dehan şagirt û mamosteyan pêk hat.   Di şahiyê de Koma Kulîlkên Rojava ya zarokan stran gotin. Şanoger Lazar Dêrik û Îsamîl Welo jî şanoyeke kurt li ser mijarên xwendin û hevaltiyê pêşkêş kir.