Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştinê bînin 2025-08-02 13:43:39   STEBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1062'an de,  li eqûbeta Murat Aslan,ku piştî binçavkirinê mirî hate dîtin pirsîn û gotin, "Kesên ku Murat winda kirin hîn jî nehatine darizandin. Em daxwaza lêpirsîn û darizandineke bi bandor dikin û bêcezatiya 31 sal didome bi dawî bikin."   Dayikên/mirovên Şemiyê 1062'emîn çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku eqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de winda bûne bipirsin û sûcdar bên darizandin, Kesên li qadê kom bûn wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîl qirtin dest xwe. Gelek parêzvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn û endama Komîsyona Windabûnên di bin Çavan de Sebla Arcan,  daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Hêviyên ji Komîsyonê   Sebla Arcan a ku daxuyanî xwend diyar kir ku Dayikên Şemiyê di hefteya xwe ya 1062'an de li Qada Galatasarayê kom bûne da ku careke din daxwazên xwe yên ji bo edaletê bînin ziman.  Sebla Aarcan behsa komîsyona ku di Parlamentoyê de bi hevkariya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye damezrandin kir û got, "Em hêvî dikin ku Komîsyona ku piştî biryara bêçekkirinê cara yekem li Tirkiyeyê di nav Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de hatiye damezrandin û her çend navê wê hîn nehatiye diyarkirin jî, ne tenê organek sembolîk be, lê destpêka pêvajoyek rastîn a rûbirûbûn û demokratîkbûnê be. Her çend prosedurên xebatê, prensîb û prensîbên bingehîn ên Komîsyonê di civîna xwe ya yekem de dê werin destnîşankirin jî, em bang li hemû endaman dikin ku adîlane û biwekhevî tevbigerin, ji nîqaşên bê encam dûr bisekinin û hêviyên civakê yên ji bo aştî, edalet û demokrasiyê derxînin pêş."   Kesên ku hatin windakirin bûn sira dewletê   Sebla Arcan bi bîr xist ku dewlet li Tirkiyeyê bi polîtîkayên xwe yên înkar û bêcezatiyê armanc dike ku kuştinan ji nedîtî ve bê û diyar kir ku her kesê ku di binçavan de winda bûye bûye "sirra dewletê". Sebla Arcan got, "Her bêdengî, her înkar, her biryara demdirêjiyê careke din rastî û edalet veşartiye. Li dijî vê bêdengiyê, em her hefte bi heman biryardariyê daxwaza xwe ya rastî û edaletê tînin ziman. Em di hefteya 1062'an de ji bo eqûbeta  Murat Aslan bipirsin  li vir in. Li gorî vegotinên şahidan, di 10'ê Hezîrana 1994'an de, Murat Aslan ê 25 salî dema ku bi du hevalên xwe re li Yenîşehira Diyarbakirê dimeşiya, ji hêla çar kesên çekdar ên ku  xwe wekî polîs nîşan dan, bi Toroseke Spî  hate revandin. Malbata wî ya ku serî li hemû saziyên dewletê da careke din agahî jê negirt û hemû serlêdan bê encam man."   "Em dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernadin!"   Sebla Arcan, diyar kir ku ew ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê ji bo hemû kuştinên kiryar ne diyar ên di binçavan de bernedin û wiha domand: "Kesên ku Murat Aslan revandin, di bin îşkenceyê de ew lêpirsîn kirin, înfaz kirin û cenazeyê wî winda kirin hatine eşkerekirin; lêbelê, tu ji van nehatinin darizandin.  Doza li wan hat vekirin, mîna dozên ji aliyê xizmên gelek kesên din ên winda, di tariya bêcezatiyê de asê maye. Di hefteya çalakiya xwe ya 1062'an de, em careke din bang li rayedarên dewletê yên pêwendîdar dikin ku dawî li bêcezatiya 31 salan a di doza Murat Aslan de bînin û lêpirsîn û darizandinek bi bandor bikin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Murat Aslan ûji bo hemû kesên me yên winda bernedin û ji wan re bibîr bixin ku divê dewlet di çarçoveya normên qanûnê de tevbigere."   Banga ji bo edaletê   Piştî daxuyaniya çapemeniyê, xwişka Murat Aslan, Fatma Aslan, ji çapemeniyê re axivî û ragihand ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bê navber bidomînin.   Piştî ku qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin danîn, çalakî bi dawî bû.