Dayika ku keça wê hat qetilkirin ji bo jinên din neyên qetilkirin têdikoşe 2025-08-10 09:04:40   Derya Ren   STENBOL - Dayika Sedef Guler a bi îşkenceyê hat qetilkirin, Gulîzar Sezer, daxwaz kir ku nakokiyên di dosyayê de bên çareserkirin û ji bo jinên din neyên qetilkirin têdikoşe.   Di 7’ê Hezîrana 2024’an de li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê cenazeyê Sedef Guler a 24 salî ji aliyê masîvanan ve di behrê de hat dîtin.  Îdianameya der barê bûyerê de hat amadekirin, ji aliyê 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bakirkoyê ve ha qebûlkirin. Nakokiyên di îdinameyê de hîna nehatine çareserkirin û dayika Sedef Guler, Gulîzar Sezer  daxwaza xwe ya bila nakokî  ji holê bên rakirin anî ziman.   Gulîzar Sezer ku tevli hemû çalakî û bernameyên der barê qetilkirina jinan dibe, ji bo jinên din tundiyê nebînin û neyên qetilkirin têdikoşe.   Di serlêdanê de wêne nehatiye girtin   Gulîzar Sezer destnîşan kir ku keça wê ji aliyê baronên hişbirê ve hatiye qetilkirin û got: “Ji ber keça min naveroka kar qebûl nekir, li mala ku çûbyê tundî dît û piştre birin cihekîidin û qetil kirin. Min xwe negîhand keça xwe û sibehê ez çûm min gilî kir. Lê hat piştgûhkirin. Wêneyê keça min jî negirtin. Hema serlêdanek ji rêzê girtin. Keça min dema li mal bû her tim telefona wê lêdida. Herî dawî got dayê vana ji bo kar li min digerin ez biçim ger baş be ez ê bixebitim. Di wê navberê de jî çend caran telefona wê lê da. Min ev li emniyetê vegotin.”   Beriya qerekolê STAR TV geriya   Gulîzar Sezer destnîşan kir ku piştre li 155’an digere û wih bi lêv kir: “Min got keça min winda bûye min serlêdana sûc kir lê wêne negirtin. Min wêneyê keça xwe avêt ji wan re.Piştî demekê nûçegîhanê STAR TV li min geriya. Gotin serê we sax be. Ez çûm qerekolê. Min got STAR TV gotiye cenazeyek di behrê de hatiye dîtin û gotine keça te ye. Lê bi israr gotin ne keça te ye. Em çûn ATK’ê. Xwişka min li cenazeyê mêze kir û nas kir. Piştî keça xwe min dest bi têkoşîna edaletê kir.”   ‘Ez li edaletê digerim’   Gulîzar  Sezer destnîşan kir ku rapora ATK’ê 8 meh şûnde derketiye û wiha berdewam kir: “Ez ji dosyayê fêr bûm ku keça min çawa hatiye qetilkirin. Min dest bi têkoşîn aedaletê kir. Kujerê keça min 8-9 sal cezayê wî yê hatibû erêkirinê hebû. Lê tevî vê li Stenbolê bazirganî dikir. Ji sûcên cuda dosyayên wî hebûne. Lê nehatiye girtin. Ez li edaletê digerim. Hewl dan ji ser namûsê li zaroka min  bidin. Di dosyayê de dîmenên cuda jî hene. Nakokî hene. Di dosyayê de gelek gumanbar hene lê du kes tên darizandin.  Parêzerê min girtibû jî ji wan re xebitî. Girteka ‘keça min fuhuş kiriye, hişbir bikaraniye’ girtin û belav kirin. Ez li vê haydar bûm min hiqûqa xwe birî. Min der barê wî de jî gilî kir.”   ‘Kes kuştinê heq nake’   Gulîzar Sezer diyar kir ku tu kes kuştinê heq nake û wiha dawî lê anî: “Li ser keça min DNA’ya çar kesî hat dîtin. Lê ev DNA aydê kê ne nehatine lêpirsînkirin. DNA’ya mêr û jinekê di nav neynûkên keça min de hatin dîtin. Lê ev kes nehatin lêpirsînkirin. Ev nayên lêkolînkirin. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ji bo jinên din neyên qetilkirin ez ê têbikoşim.”