Ji bo Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara dê bîranînek were lidarxistin 2025-08-22 12:03:04     ÊLIH - MKG û DFG dê ji bo rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ku di êrîşa droneke bêmirov de hatin qetilkirin, çalakiyek bîranînê li dar bixin.   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) dê ji bo rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ku li navçeya Seyidsadik a Silêmaniyê ya li Herêma Başûrê Kurdistanê, di êrîşa droneke Tirkiyeyê de hatin kuştin, çalakiyek bîranînê li dar bixin. MKG û DFG dê sibê li Êlihê, di salvegera yekem a kuştina wan  di 23'ê Tebaxa 2024'an de, çalakiyek bîranînê li dar bixin.   MKG û DFG bi daxuyaniyekê  ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal hat weşandin, banga beşdarbûna çalakiya bîranînê ya ku dê saet di 15:00'an de were lidarxistin, kirin.