Helen Longino piştgirî da banga Abdullah Ocalan 2025-09-05 13:39:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Profesora felsefeya zanistê û femînîst a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Helen Longino nameyek ji DEM Partiyê re şand, bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku vê bangê bi rastî jî bandor lê kiriye.   Roj bi roj li seranserê cîhanê piştgiriya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin dibe. Divê çarçoveyê de Profesora felsefeya zanistê û femînîst a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Helen Longino jî bi nameyekê piştgirî da banga Abdullah Ocalan.   Di nameya ku Profesora felsefeya zanistê û femînîst a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Helen Longino ji DEM Partiyê re şand de ev tişt tên gotin:   “Ez biryardariya DEM Partiyê ya ji bo avakirina civakeke demokratîk, pirreng û aştiyane ya li Tirkiyeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikim. Bandora Abdullah Ocalan a ku têkoşîna çekdarî danî aliyekî û rêya aştiyane ya ji bo bidesxistina mafên Kurdan û her kesên li Tirkiyeyê danî ber xwe, bi rastî jî bandor li min kir. Di têkoşîna we de ez serketinê ji we re dixwazim.”   Helen Longino kiye?   Longino ku li Zanîngeha Stanforê hîndekara Beşa Felsefeyê ye, bi karên xwe yên li qadên felsefeya zanistê, epîstemolojiya civakî û felsefeya femînîst tê naskirin. Longino ku bi tepsîta xwe ya ‘Pêwîstiya femînîzmê bi zanistê, pêwîstiya zanistê jî bi femînîzmê heye’ naskirî ye, bi karên xwe yên li ser aliyên civakî yên agahiya zanistî û têkiliya navbera civakî-înformatîkî weke yek ji fîlozofên zanista femînîst a bi bandor a serdema me tê qebûlkirin.