40 roj in li berxwe didin 2025-09-12 09:02:01     Neslîhan Kardaş   WAN - Berîvan Tîbelîk ya ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hat avêtin û 40 roj in li ber xwe dide wiha got: “Em li qadê yek jî bimînin em ê heta dawî têbikoşin. Heta keda me ya hatiye dizî nedin em ê li kolanan bin.”   Di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin û piştî qeyûman saziyên jinan hatin girtin û karker ji kar hatin avêtin. Di 29’ê Tîrmehê de 223 karker ji aliyê qeyûm ve bêyî hincet ji kar hatin avêtin. 14 jin û 7 astengdar jî di nav karkerên ji kar hatibûn avêtinê de bûn. Karkeran li ser vê li qadan dest bi berxwedanê kirin. Yek ji van karkeran Berîvan Tîbelîk e. Berîvan Tîbelîk da zanîn ku ji 29’ê Tîrmehê de ne berxwe didin.   ‘Li Wanê polîtîka şerê taybet dihat meşandin’   Berîvan Tîbelîk da zanîn ku hilbijartinên 2024’an de li Wanê DEM Partiyê 14 şaredarî hemû girtine û li ser vê jî desthilatdariyê ev rewş qebûl nekiriye. Berîvan Tîbelîk wiha got: “Ligel vê hewl dan mazbatayan nedin. Bi berxwedana gel şûnde hatin girtin.Li ser wanê bi awayekî cidî polîtîkayên şerê taybet dihat meşandin.   ‘Çawa qeyûm hatin sazî girtin karker ji kar avêtin’   Berîvan Tîbelîk ev tişt anî ziman: “Qeyûm hatin hevalên me surgun kirin. Li ser karkeran zextên cidî hebûn. Saziyên jinan girtin. Qadê jiyana jinan girtin. Polîtîkayên qeyûm di vî alî de gelek xerab bin. Ligel min bi giştî 223 karker ji kar hatin avêtin. Bêyî hincet. Bi telefonê l ime geriyan û gotin mafê we yê kar hatiye feshkirin. Piştre jî ji aliyê SGK’ê ve bi koda 22 peyama ji kar derketin hat.”   ‘Çalakî didomin’   Berîvan Tîbelîk ev nirxandin kir: “Gelek hevalên me yên ji kar hatin derxistin deynên wan hebûn. Li malbatên xwe dinêrin. Em 28’ê Tîrmehê ji kar hatin derxistin. Ji wê rojê de ye em çalakiya xwe didomînin.Di vê pêvajoya çareserî û aştî tê axaftin de qirkirina  karkeran nayê qebûlkirin. Em li dijî vê dijhiqûqiyê li qadane. Me komîsyon ava kirin. Me bi saziyan re partiyên siyasî re hevdîtin kirin.  Piştgirî dan me. Hatin serdana me. Kolan mafdariya me dibîne. Em di 1’ê îlonê de jî li qadan bûn. Di encama berxwedana me de hevalên me yên astengdar radestê kar hatin kirin.”   ‘Em ê berxwedana xwe bidomînin’   Berîvan Tîbelîk di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heta ew yek tenê jî bimînin wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û li kolanan bin. Berîvan Tîbelîk daxuyakirin ku heta ked, maf û karê xwe şûnde negirin wê têkoşînê bidomînin.