Akademiya Jîna tê vekirin 2025-09-12 15:02:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Dî sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ de dê di 16’ê Îlonê de Akademiya Jîna were avakirin.   Salvegera qetilkirina Jîna Emînî ku li pey vê qetilkirinê li Rojhilatê Kurdistanê serhildanek rû da û bandora xwe li ser tevahiya cîhanê ava kir. Bi boneya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dê di 16’ê Îlonê de Akademiya Jîna were avakirin.   Şîrovekara siyasî Rojîn Mukriyan li ser hesaba xwe Facebook’ê têkldarî sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî peyamek parve kir û wiha got: “Di roja 16’ê Îlonê di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de, bi armanca bi hev re fêr bibin, azadiyê lêpirsîn û xeyal bikin Akademiya Jîna dê were vekirin. Divê ev hewldana kolektîf di bilindkirina ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bibe alîkar. Li gel vekirina Akademiyê, bi amadebûna Şikufe Sexî, Nesreten Sarmî, Nîlufer Gelkar, Hawjîn Beqalî, Serdar Seîd û Şaho Mehmudî wê guftugo û gotûbêjek were lidarxistin.”   Rojîn Mukriyan di berdewama peyama xwe de wiha got: “Li gorî dema Îranê di saet 17:30’an de li gorî dema Parîsê saet 16:00’an de, her wiha li gorî dema Toronto saet 10:00’an de wê guftugo were lidarxistin.   Kesên dixwazin tev li gotubêjê bibin dikarin lînka li jêr bitikînin:   https://us06web.zoom.us/j/87128171428   Hêjayî gotinêye ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16ê Îlona 2022yan de li Tehranê ji aliyê ‘polîsên Exlaqê’ ve hat îşkencekirin û piştre jiyana xwe ji dest da. Piştî qetilkirin Jîna Emînî bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanek berfireh destpê kir û ev şoreş wek ‘Jin, Jiyan Azadî’ hat binavkirin.