Arîfe Çinar: Divê biryarek ku bandor li pêvajoyê dikir bihata dayîn 2025-09-22 09:04:49   STENBOL - Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar  der barê biryara ku Komîteya Wezîran der barê mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan daye de axivî û got dema hatiye dayîn heta hezîrana 2016’an e û ev dem dirêj e. Arîfe Çinar got: “Biryar bi fikar e. Divê biryarek bandor li pêvajoyê dike bê dayîn.”   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salek dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê.   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Biryara ku komîteyê daye bi fikar e’   Arîfe Çinar da zanîn ku tevî ku di 2014’an de DMME’ê der barê mafê hêviyê de biryara binpêkirinê dabû hîna gavek nehatiye avêtin û got:"Divê demildest gav bê avêtin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêde dibe. Divê demildest ev binpêkirin bidawî bin. Biryara ku komîteyê daye biryareke ku hatiye dirêjkirinê ye. Em di pêvajoyek girîng de ne. Di pêvajoyek wisa de komîteyê biryar heta hezîrana 2026’an taloq kir. Ev demek dirêj e. Hiqûqeq navbera dewletan de heye. Di cihekî ku mafê mirovan esas nagirin de cih digirin. Zîhniyeteke li ser binpêkirina mafan hatiye avakirinê heye. Pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Divê Ocalan ji mafê hêviyê fêdeyê bigire. Biryara komîteyê bi fikar e.”   ‘Divê biryarek ku bandorê li pêvajoyê dike derketiba’   Arîfe Çinar detnîşan kir ku komîsyona li meclîsê hatiye avakirin divê sererastkirinên qanûnî bike jiyanê û wiha bi lêv kir: “Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoyê ye. Komîsyon girîng e lê tenê têr nake. Divê demildest gûherînên qanûnî bên kirin. Li Tirkiyeyê pêvajoyek girîng heye. Lê evqas dirêjkirin, gavên erênî neavêtin neyînî ye. Divê biryareke ku bandor li pêvajoyê dike bihata dayîn.Tirkiye jî bixwe divê bizanibe ku mafê hêviyê heye. Ji bo çareseriya prisgirêkê divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê. Divê ji bo vê mafê hêviyê esas bê girtin. Divê komîsyon jî rola dikeve ser milê xwe bîne cih.”