Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûjîn ji nû ve hat vekirin 2025-09-30 20:40:34   AMED – Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûjîn ku di 2017’an de li Bismil hatibû  ji aliyê qeyûman ve hatibû girtin ji nû ve hat vekirin.   Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûjîn ku di 2017’an de li Bismil hatibû  ji aliyê qeyûman ve hatibû girtin ji aliyê Şaredariya Bismilê ve ji nû ve hat vekirin.Hevşaredarên bajarê mezin  û navçeyê, aktîvîstên TJA’yê û gel tevli vekirina li taxa Kurtuluş bûn. Kordînatora navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûjîn Zehra Yuksekbag axivî û da zanîn ku navend piştgiriya hiqûqî, şêwirmendî, psîkolojîk û civakî dide jinan û got wê li dijî her cureyê tundiya li ser jinan xebatan bimeşîne.   Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn Jî axivî û destnîşan kir ku navend ne tenê avahiyeke xizmetê ye heman demê de wê jin ji hev hêzê bigirin û derfetên aborî û civakî jî bê dayîn. Mizgîn Ekîn got wê bi jin jiyan azadî têkoşîna xwe mezin bikin.   Hevseroka DEM Partî ya Bismilê Halîse Deyar Erkek jî axivî û bi lêv kir ku hejmara navendên wisa divê bên zêdekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî diyar kir ku wê bi navenda jinê re hîn xurtir li dijî tundiyê têbikoşin.   Piştî vekirinê jin li navendê geriyan.