Li Îranê binçavkirina kêfî:Jina Beluc li şûna birayê hat binçavkirin 2025-10-02 19:06:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîneyên Îstîxbaratê ya Îranê  jina bi navê Reyhane Irandaganî li şûna birayê wê binçav kirin.   Yekîneyên Îstîxbaratê ya Îranê îro li herêma Golşahr a Çabaharê bi ser malekê de girt. Di serdegirtinê de   jina bi navê Reyhane Irandaganî ya 21 salî  li şûna birayê wê hat binçavkirin. Li gorî nûçeya Jinhayê serdegirtinbi dironeyê pêk hatiye û ji ber birayê Reyhane Irandaganî ne li malê bûye ew binçavkirine.   Der barê sûcdariyên hatine kirin de hîna daxuyaniyek hatiye dayîn.