Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê 2025-10-04 09:36:51   ENQERE - Lijneya Îmraliyê ya DEM Partiyê, der barê  hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatî de daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Birêz Ocalan anî ziman ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin."    Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re duh çûn Girava Îmraliyê. Şande, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji giravê vegeriya.    Lijneya Îmraliyê ya DEM Partiyê der barê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re   Di 3'yê Cotmeha 2025'an de, me li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re nêzîkî sê saet û nîvan hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan wekî her carê bi moral, tendurist û bi xwebaweriyeke bilind bû.   Wî anî ziman ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku sala borî dest pê kir, li welat şer û pevçûn rawestandiye û pêşî li gelek metirsiyên mezin girtiye û her kesê ku di vê yekê de rola xwe lîstiye, xwedî kedek bi rûmet û mezin e.   Birêz Ocalan got, “Şaristanî piştî sê sedsalên pevçûnên wêranker û windahiyên mezin di şerên cîhanî de, demokrasiya muzakereyî wekî modelekî çareseriyê ya girîng pêş xist. Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî û derveyî esas bê girtin.”    Rêzdar Ocalan pêşniyaz kir ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.   Birêz Ocalan, daxuyaniya 27'ê Sibatê bi bîr xist û got, “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye,” û destnîşan kir ku di qonaxa gihîştî de, tespîtkirin û cîbicîkirina pêwîstiyên hiqûqî bi nêrîneke rast û yekgirtî gelekî girîng e.   Taliyê Birêz Ocalan anî ziman ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin."