Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî 2025-10-04 15:26:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojî bi boneya 3’yemîn salvegera kuştina Nagîhan Akarsel daxuyaniyek weşand û wiha hat gotin: “Rêzdar Nagîhan, têkoşîna te ya ku hemû nirxên mirovahiyê di xwe de dihewîne sedema têkoşîna me ye.”   Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojî têkildarî salvegera kuştina endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojî û rojnamevan- akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Federal a Kurdistanê hat kuştin, daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de bi gotinên; “Nagîhan Akarsel di têkoşê de heye” de vê helbesta Nagîhan Akarsel hat parvekirin:   “…Riyên ku ez digihîjim wan encama riyên ku ez ji wan hatime ye   Xeyalên min mizgîniya rêwîtiyên nû didin   Tiştên dijîm hêvî bêrî û berxwedan e   Ez niha hemûyan nenivîsînim jî dizanim dê dîrok binivîsîne.   Lewre dîrok bi rondikên ku ji dilê min diherikin tê nivîsandin…   Dixwazim binivîsînim…”   Di daxuyaniyê de bi gotinên; “Îro em dizanin, em hewl didin wê vebêjin û bi bîr bînin” de hat diyarkirin ku Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmanî di 4’ê Cotmeha 2022’yan de ji bo xebata Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Navenda Arşîv û Lêkolînê li Silêmanî bû di encama êrîşeke sekvanî de hatiye kuştin.   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:   “Weke Kurdek ji Anatoliya Navîn, li çola ku bayê lê dida mezin bû lê wê pêşengiya têkoşîna gelê qedîm ê Kurdistanê ji xwe re esas girt. Emrê xwe dabû başî û xweşikiyê, jiyanê weke hebûnek estetîk girtibû dest, xeta di navbera sadebûn û rijîtiyê de bi hostatî ji hev veqetandibû. Jiyan û têkoşînê di vê çaxa ku hemû tişt ji rêzê bûne de, bi coş pêşwazî kir, xwe dabû nivîsandina jiyana asan, ji bo ku serpêhatiyên bi îhtîşam binivîsîne.   Yên dixwînin dibe ku bibêjin qey em pirole dikin. Dibe ku bibêjin divê serdema ku her tişt serûbin bûye, xirabî normal bûye de mirovên wiha hene qey. Ger hûn wiha bibêjin ne ji ber em pirole dikin, ji ber ku we hê nivîs, helbest û çîrokên Nagîhanê nexwendiye ye. Di vê serdema bêwijdan a dîrokê de ku dil ji mêjî, ruh ji bedenê mîna bi kêrê were qetandin de; ji bo analîzkirina mêr, hewl dide li ser mêrek ku li bin siya darê rûniştiye û difikre şîrove bike. Carna jî li welatê xwe yê ku komkujiyên hovane lê çêbûne, gel ji bo hebûna xwe têdikoşe gotinên jinek ku di komunê de gotiye, di nava etîka siyasetê de nîqaş dikir, jiyanê her dem ji xwe re hinek dikir derd. Her nivîsa wê, dibû sedem ku tiştên ku çavên me nedîtine em bibînin, riyên nû di nava rewşên zor de û ji bo hîskirinê didît.   Kuştina wê ji bo jinên cîhanê windahiyek mezin bû   Bi gotinên; “Wate… wek awirên ronî yên di çavên zarokek nûçêbûyî de û îlhamê dide...” difikirî, dinivîsand û wisa bi rêxistin dikir.   Xwegihandina raza wateyê, di hembêza xwe de, ji bo wê razê ji hinekên din re bibêje di nava bezê de bû. Em dizanin kuştina Nagîhanê peyamek ji bo hemû jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bû. Weke ku dî dîrokê de tu cînayetên jinan ne ji ber xwe ve bûn... Nagîhan ji bo hişmendiya azadiyê jiyana xwe feda kiribû. Ji bo hemû dinyayê têdikoşiya. Hiş û aqil bi rêxistin dikir û gur dikir. Hê jî ji bo azadkirin û jiyanê di asta esetetîk de bide jiyîn têkoşînê didomîne.   Kuştina wê ji bo hemû jinên cîhanê windahiyek mezin e. Lê belê hebûna wê ji bo mirovahiyê bûye wesîleya şans û rûmetek mezin. Gotibû: “Xeyalên min mizgîniya riyên nû ne.” Xeyalên te li ser milên bi milyonan jinan e, dilê te hê jî mizgîniyê dide, rêzdar Nagîhan û têkoşîna te ya ku hemû nirxên mirovahiyê, di hembêza xwe de girt, sedema têkoşîna me ye...   Bi hesreta bêdawî, em rêheval Nagîhan careke din bi bîr tînin, em careke din soza gihandina têkoşîna wê ber bi serkeftinê ve dubare dikin.”