Qeydkirina kursa wêneyan a bêpere ji bo jinan dest pê kir 2025-10-06 13:42:10     AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşma "Jêhatiya xwe bi hunerê re darîçav bike", ji bo jinan kursa wêneyan (resim) vedike.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bo pêşxistina jêhatiyên hunerî yên jinan, dest bi qeydkirina kursa wêneyan a bêpere kir.   Dîroka Dawî ya Serlêdanê 15'ê Cotmehê hat destnîşankirin. Jin dikarin serlêdana xwe bi rêya van navendan bikin: Navendên Jiyanê yên Jinan ên Quça, Koşuyolu, Lalebey, Yenîkoy, Ben û Sen û her wiha Navenda Piştgiriyê ya Dîkasum.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi vê kursa wêneyan re, dixwaze eleqeya beşdaran a li ser hunerê destek bike û di heman demê de jîngeheke pêwendiya civakî û çandî pêşkêş bike.