Hikumeta veguhêz 8'ê Adarê wek cejn qebûl nekir 2025-10-06 13:48:54       NAVENDA NÛÇEYAN - Paşguhkirina roja 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di biryarnameya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji aliyên çalakvan û rêxistinên jinan hat şermezarkirin.   Serokatiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê rojên cejnên fermî de biryarnameyek derxist. Di biryarnameyê de çend cejnên neteweyî û olî hatin paşguhkirin ku 8`ê Adarê Roja Jinan a Navneteweyî jî yek ji wan e.   Biryarname û paşguhkirina 8'ê Adarê, ji hêla çalakvanên jin û rêxistinên jinan ve hat şermezarkirin. Jinan ev gav wek nîşaneyeke nû ya paşguhkirina pirsgirêkên jinan û dûrxistina wan ji jiyana giştî nirxand.   Rejîma berê ya Baasê jî ev roj ji sala 1963'yan ve betal kiribû û wek “Roja şoreşê” ragihandibû ku di wê rojê de Partiya Baasê derbeya leşkerî kiribû û hatibû ser destilatê.   Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2012'yan vir ve ev roj tê pîrozkirin. Her sal ji bo pîrozkirina vê rojê gelek çalakî têne lidarxistin.