Li Êlihê amadekariyên ‘mîtînga azadiyê’ didomin 2025-10-07 20:08:17   ÊLIH – Ji bo mîtînga ‘Civaka demokratîk û azadî ’ ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Êlihê pêk bê, li gelek deverên bajar pankar hatin daliqandin.   Li Êlihê 12’ê cotmehê de wê li Kawşaxa Dortyolê mîtînga ‘Civaka demokratîk û azadî’  pêk bê. Çarçoveya xebatên mîtîngê de li kolan û parkan pantkarta ‘Mîngîna civaka demokratîk û azadî, hemû gelê me vexwendiye’ hat daliqandin.   Li aliyê din jî xebatên ji bo mîtîngê seranserê rojê berdewam kir.