Tulay Hatîmogullari:Divê pêvajo bi gavên qanûnî bê tacîdarkirin 2025-10-08 20:26:50     NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları di forûma “Teşedayîna Pêşerojê: Vîzyonên Aştî û Refahê” ya ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn ve li Hewlêrê hate lidarxistin de wiha got: “PKK’ê û Birêz Ocalan gavên şênber avêt. Niha dora dewletê ye. Divê pêvajo bi gavên qanûnî bê tacîdarkirin”   Şandeya di bin serokatiya Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogulları beşdarî forûma “Teşedayîna Pêşerojê: Vîzyonên Aştî û Refahê” ya ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn ve li Hewlêrê hate lidarxistin, bû.Ji bilî Tulay Hatîmogullari, Cîgira Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve û Ebru Gunay jî di şadeyê de cih girt. Tulay Hatîmogullari di forûmê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêşiyek kir û diyar kir ku pirsgirêka Kurd ev sed sal in li Tirkiyeyê berdewam dike û li pêşiya demokratîkbûna welêt asteng e.   ‘Hewldanên girîng yên aştiyê hatin kirin’   Tulay Hatîmogullari anî ziman ku di demên berê de jî li Tirkiyeyê hewldanên girîng ên aştiyê hatine kirin û wiha vegot:"Birêz Ocalan bi banga 27’ê Sibatê xwest ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareser kirin û maf, hiqûq û nasnameya gelê Kurd li hemû herêmên ku lê dijîn û bi taybetî li Tirkiyeyê were naskirin."   ‘PKK û Ocalan gavên berbiçav avêtin’   Tulay Hatîmogullari destnîşan ku dixwazin der barê pêvajoyê de qanûnek taybet were derxistin û got: "PKK û Birêz Ocalan di hin mijaran de gavên berbiçav avêtin. Li Tirkiyeyê komîsyonek li Meclisê hatiye avakirin û îro civîna 14’emîn li dar xist. Komîsyonê kesên ku piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêka Kurd û kesên ku di şer û pevçûnan de êş kişandine guhdar kir. Tomarkirina pirsgirêkan pir girîng e, lê ev têrê nake. Hêj gavên qanûnî nehatine avêtin. Mînak bendewariya ku rê li ber endamên PKK’ê yên ku wê çekên berdin, beşdarî siyaseta demokratîk bibin were vekirin, heye. Bendewariya duyemîn mafê hêviyê yê Birêz Ocalan e. Em dizanin ku Birêz Ocalan ji bo aştî û demokrasiya her çar parçeyên Kurdistanê dixebite. Wekî aktorekî pêşeng perspektîfek e girîng ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê, divê qadên azadiyê werin vekirin. Li Tirkiyeyê nêzîkî 8,000 girtiyên siyasî hene. Em difikirin ku ji bo hemû girtiyên siyasî azad bibin divê sererastkirinên qanûnî bên destpêkirin. Ger di vî alî de gav bên avêtin, pêvajo wê bi aştiyê were tacîdarkirin."   Tulay Hatîmogullari anî ziman ku pêvajo ne tenê bi partiya desthilatdar re, di heman demê de di serî de bi muxalefeta sereke, partiyên muxalefetê  û hemû beşên civakê re hatiye meşandin û diyar kir ku civak aştî dixwaze lê bawerî qels e.Tulay Hatîmogullari îtîraza li dijî biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş bi bîr xist û ev tişt bi lêv kir:"Ger Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din ên girtî werin berdan, wê baweriya civakê zêde bibe."   ‘Divê Tirkiye piştgiriyê bide pêvajoya demokratîk’   Tulay Hatîmogullari wiha berdewam kir: "Wekî DEM Partiyê  em di mijara bawerî-nebaweriyê de di nava hayjixwe ya biguman de ne. Em  li bendê ne ku gavên berbiçav werin avêtin. Hin derdor di wê ferqê de ne ku divê êdî Tirkiye bi welatiyên xwe yên Kurd re aştiyê bike. Li ser tepsiyeke zêrîn aştiyê nadin tu kesî. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê DEM Partî û hemû kesên ku aştiyê dixwazin. Lê difikirin ku divê dewlet pirsgirêka Kurd çareser bike. Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke demokratîk heye. Avaniya demokratîk a ku em niha qala wê dikin, xwerêveberî ye. Divê Tirkiye rola ne ku geşngeşiyê zêde bike, rola ku gengeşiyê kêm bike bilîze û piştgiriyê bide destpêkirina pêvajoya demokratîkbûnê."