Di salvegera 10'emîn a Komkujiya 10'ê Cotmehê de lêgerîna li edaletê 2025-10-09 13:46:00   ENQERE - Komîsyona Parêzeran a Doza 10'ê Cotmehê û Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê bi wesîleya salvegera 10'emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê raporên xwe li Enqereyê bi raya giştî re parve kirin.   Komîsyona Parêzeran a Doza 10'ê Cotmehê û Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê bi wesîleya salvegera 10'emîn a Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê raporên xwe li Enqereyê bi raya giştî re parve kirin. Di rapora bi sernavê "Di lêgerîna edaletê de 10 sal" hate ragihandin ku lêpirsîna li ser komkujiyê 8 mehan di bin biryara nepenîtiyê de hate meşandin, delîl hatin tarîkirin û lêkolîna li cihê bûyerê li gorî ûsûlê nehate kirin.   Hate gotin, mehek beriya komkujiyê îstîxbarata "DAÎŞ li Tirkiyeyê amadekariya çalakiyeke mezin dike" hatiye dayin, lê belê li ber çavan nehatiye girtin û hate ragihandin ku ewlehiya li qada mîtîngê kêm bû û tenê 76 polîs hatin wezîfedarkirin.   Di rapora bi sernavê "Hiqûq  Komkujiyê ya bi destê dadgeriya îdarî" de hate gotin, li gel kêmasiya giran a xizmetê ya rêveberiyê dadgehan biryar bi dilê dewletê dane û Dadgeha Şêwirmendiyê li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir xemsarî ji nedîtî ve dîtiye. Hate ragihandin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî sala 2024'an bi biryara "binpêkirina mafê jiyanê nîne" mexdûr cara duyemîn ceza kiriye.   Parêzer Îlke Işik li civînê axivî û got, "Em dixwazin berpirsyarên vê komkujiyê bêne darizandin."