Li Qoserê ji ber şewatê zarokekê jiyana xwe ji dest da 2025-10-12 14:56:55     MÊRDÎN - Di 10’ê Cotmehê de li Qoserê di malekê de şewat derket û hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dayin derket 2’yan.    Di 10’ê Cotmehê de li Taxa Sanayî ya navçeya Qoserê ya Mêrdînê di avahiyeke sê qat de şewat derket. Di şewatê de 7 jê zarok bi giştî 12 kes birîndar bûn. Komên agirkujiyê dîwarên avahî şikandin û têketin hundir. Komên agirkujiyê, zarok û jinên di odeyekê de ser hişê xwe çûn derxistin û birin nexweşxaneyê. Di şewatê de zarokê 5 salî Bekir Çeçen di roja bûyerê de jiyana xwe ji dest da û sê zarokên rewşa wan giran jî sewqî nexweşxaneyên Amed û Rihayê hatin kirin.    Ji zarokên sewqî Amedê hatin kirin Merve Kerse ya 5 salî jî jiyana xwe ji dest da. Tedawiya du zarokên din ên birîndar didome.    Cenazeyê Kerse rakirin morgê û lêpirsîna têkildarî şewatê didome.