Xwebûn bi manşeta ‘Pêvajo di bin tecrîdê de ye’ derket 2025-10-13 09:38:39   AMED - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 304'emîn de bi manşeta “Pêvajo di bin tecrîdê de ye” derket.   Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê di hejmara xwe ya 304'emîn de bi manşeta “Pêvajo di bin tecrîdê de ye” gihişt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameyê, di vê hejmara xwe de hevpeyvîna Xecê Şen a bi parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr re çêkiriye derxestiye manşeta xwe. Reyhan Yalçindag Baydemîr der barê pêvajoya heyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha got: “Madem aktorê sereke yê pêvajoyê birêz Ocalan e, wê demê divê qanûnên pêwîst werin derxistin. Li aliyê din, ne rast e ku mirov ji kesekî di bin tecrîdê de hêvî bike ku pêvajoyê bi rê ve bibe. Tenê carekê parêzer çûn hevdîtinê û Heyeta Îmraliyê bi awayekî sînordar bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê dike, lewma ev yek nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye. Çareserî ew e ku mafê hêviyê were bicihanîn…”   Her wiha di hejmara vê hefteyê de nivîskar Mizgîn Ronak, Kurdistan Lezgiyeva, Nesrîn Navdar, Fatma Taşli Tunç, Lîlav Elî, Aslan Ozdemîr, Kamran Simo Hedilî, Feratê Dengizî, Felemez Ûlûg, Cahîd Kirkazak, Hesen Huseyîn Denîz, Ahmet Aktaş, Dr. Îsmet Konak, Zaza Cebelî û Hogir Berbir bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih digirin.   Dîsa rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî, civakî û ekolokjîk bigire gelek mijarên girîng dibîne.