Agahî ji girtiya siyasî Yelda Îmamdostî nayê girtin 2025-10-13 11:36:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên rejîma Îranê yên li ser jinên Kurd berdewamin. Hat ragihandin ku zêdetirî du meh in jina kurd a werzişvan Yelda Îmamdostî li bajarê Esfehanê hatiye binçavkirin û heta niha agahî jê nayê girtin.   Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê, di nûçeyek xwe de eşkere kir ku zêdetirî du meh in jinek Kurd a bi navê Yelda Îmamdostî ya xelkê bajarê Îlanê yê Rojhilatê Kurdistanê ku li bajarê Esfehanê dima, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.   Di nûçeyê de hatiye gotin ku tevî hemû hewldanên malbat û hevrêyên wê, tu agahiyek li ser tendirustî û cihê ku Yelda Îmamdostî lê tê ragirtin bi dest neketiye.   Her wiha hatiye diyarkirin ku beriya niha jî çend carek Yelda Îmamdostî ji ber çalakiyên siyasî û rexneyên li desthilatê dikir, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin. Di dema binçavkirinan de êşkenceya derûnî û fîzîkî lê hatiye kirin.   Yelda Îmamdostî di sala 1975’an de hatiye dinê, xelkê bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê ye, dayika du zarokane. Yek ji werzişvanên navdar ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye. Di gelek  pêşbirkên navbera parêzgehan de pile wergirtiye.