Banga azadiya Abdullah Ocalan kirin 2025-10-16 12:14:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan û tevahiya civakê ye.   Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.   Daxuyanî li qada Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û tevgerên jinan hat dayîn.   Endama Koordînasyona Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Cemîla Xelîl daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin, zêdetirî 25 sal e Abdullah Ocalan ragirtî ye û di bin tecrîdê de ye, ji ber projeyeke mirovî hilgirtiye ku daxwaza azadî, demokasî, edaleta civakî ji bo tevahî gelan, di serî de azadiya jinan dike.   Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û hate gotin Abdullah Ocalan ne dengê pêkhateyek tenê bû, lê dengê tevahî pêkhateyan e.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan azadiya jinan û tevahiya civakê ye.   Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin û wekî gaveke esasî ber bi pêkanîna aştî û demokasiyê li herêmê û cîhanê ve bi nav kir.