Endamên KESK'ê ku xwestin bimeşin ber Meclîsê hatin astengkirin 2025-10-17 11:07:28   ENQERE - Endamên KESK'ê ku li dijî neheqiyan ji Amedê Enqereyê xwestin biçin ber Meclîsê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   Konfederasyona Sendikaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî dûrxistina endamên xwe ku bi KHK'iyan ji kar hatin derxistin, bi dirûşma “Em ê karê xwe bi paş ve bistînin” di 13'ê Cotmehê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribû. Meşa endamên KESK'ê di roja 4'emîn de duh gihîşt Enqereyê.    Endamên KESK'ê vê sibehê xwestin bimeşin ber Meclîsê lê hatin astengkirin. Komek jî ji endamên KESK'ê li ber avahiya Navenda Giştî ya Egîtîm Senê hatin astengkirin û polîsan nehişt ku karmend biçin ber Meclîsê daxwazên xwe bînin ziman. Di çalakiya li ber Egîtîm Senê de parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez û Yilmaz Hun jî piştgirî dan karmendan.   Li ber navenda Egîtîm Senê polîsan çalakvanan dorpêç kir. Çalakvanan di nava dorpeçê de bi çepikan û berzkrina dirûşmeya “Bijî Berxwedana Kedkaran” bertek nîşanî astengiyê dan. Komek jî ji endamên KESK'ê jî li ber deriyê Meclîsê ya li Çankayê hatin astengkirin. Dorpêçkirina karmendan li her du nokteyan jî berdewam dike û karmend nerazîbûn nîşan didin.