Di Komxebata Elewiyan de nîqaşkirina civaka demokratîk 2025-10-18 12:08:46   AMED - “Komxebata Elewiyan” ku DAD li Amedê li dar dixe dest pê kir. Hevseroka DADê Kadriye Dogan diyar kir ku dê di komxebatê de rola Elewiyan a di aştî û civaka demokratîk de nîqaş bikin.   Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) bi rojeva pirsgirêkên ku Elewî pê re rûbirû dimînin û rola Elewiyan a di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de çi ye li oteleke li Amedê “Komxebata Elewiyan” li dar xist. Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn, nunerên saziyên sivîl tev li bernameyê bûn.    Li eywanê pankartên “Ma bi baweriya xo xo rêxistinê kenê sozê awankerdişê komelê Demokratîkî danê” , “Jin Jiyan Azadî” “ Şaristanê ma yê Rizayî de cayê 72 metewan esto” hate daliqandin. Komxebata ku dê du rojan bidome bi rêzgirtin û duayan dest pê kir.    Di komxebatê de ewilî Hevseroka Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan axivî. Kadriye Doganê bal kişand ser armanca Komxebata Elewîtiyê û got: “Di Rojhilata Navîn de rol û misyona Elewiyan çi ye? Divê Elewî bi rê û rêbazêk çawa xwe pêş bixin û di civaka demokratik de bi çi awayî tevbigerin. Em ê li ser van mijaran bisekinin. Armanca me ew e ku divê em xwe bi nasname û baweriya xwe bi rêxistin bikin û di nava avakirina civaka demokratîk de cîh bigrin.”   Dû re Hevşarêdarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn axivî. Dogan Hatun jî dest nîşan kir ku ev bername ji bo avakirina civaka demokratîk gelek hêja û girîng e û ev tişt gotin: “Îro li Rojhilata Navîn li ser elewiyan êrişeke bê hempa tê meşandin em vê yekê îro li Suriyeyê dibînin bi destê HTŞê Elewiyan qetil dikin. Lê em ê bi hev re bicivin û bi hevre ji bo civaka demokratîk bixebitin.”   Piştî axaftinan Alî Sîzer çend beyt xwendin. Komxebat pişt re bi awayekî ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.