Hevdîtina Şandeya Îmralî û Tayyip Erdogan hat taloqkirin 2025-10-26 14:04:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê ku dihat plankirin 28’ê Cotmehê roja sêşemê were kirin, taloqî 30’ê Cotmehê roja pêncşemê hate kirin.   Hat ragihandin ku hevdîtin wê li Qesra Serokkomariyê ya li Beştepeyê pêk were, lê saet hîna nehatiye zelalkirin.   Erdogan û şandeya DEM Partî berê du caran civiyabû. Hevdîtina ewilî 10’ê Nîsanê pêk hat. Ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest da, di şandeyê de cih girtibûn û hevdîtin li Beştepeyê pêk hatibû. Hevdîtina duyemîn jî 7’ê Tîrmehê pêk hatibû; vê carê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar di şandeyê de cih girtibûn.   Di hevdîtina navborî de, Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî cih girtin. Di hevdîtina ku nêzî saetekê dom kir de pêvajoya çareseriyê, şert û mercên peywendiyê ya li Îmraliyê û sernavên muzakereya demokratîk hatibûn nirxandin.