Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan diyar bû 2025-10-29 16:59:00     ENQERE - Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan a sibê diyar bû.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, dê sibe bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. Saeta hevdîtinê diyar bû.     Şande dê sibe saet di 17.30’an de li Qesra Serokkomariyê (Beştepe) bi Erdogan re bicive.