Li Sûrê li pirsgirêkên jinan hat guhdarîkirin 2025-11-10 15:11:23     AMED - TJA'yê bi hevkariya Şaredariya Sûrê derbarê 25'ê Mijdarê li navçeya Sûrê civîn li dar xist û li pirsgirêkên jinan guhdarî kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Sûrê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan a Navneteweyî, li navçeya Sûra Amedê bi jinên taxan re civîn li dar xist. Di civînê de Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol, aktivîsta TJA'yê Hulya Alokmen û gelek jinên Sûrê tev li civînê bûn. Di civînê de li pirsgirêken jinan hate guhdarîkirin.   Di civînê de aktîvista TJA'yê Hulya Alokmen derheqê tundiya li ser jinan, pirsgirêkên ku jin li kolan û taxan pê re rû bi rû dimînin axivî û wiha got: “ Mesele dema tê ser mafê jinan kes dengê xwe nake. Jinên Kurd her tim têkoşîna xwe li ser bingeha azadiyê meşandin. Berê tundî li jinekê bihata kirin û pirsgirêkên jinan hebûna, jinên taxê hemû bi hev re piştevaniya hev dikir. Lê niha ev kêm bûye. Îro tişta ku em li kolan û taxên xwe naxwazin pewîste em li dijî wê bisekinin. Em xwedî li tax û kolanên xwe derkevin. Armanca civîna me ya îro jî ev e ku divê jin li ser vî esasî çi bikin. Em di pêvajoyek girîng de derbas dibin, pêwîste gelê Kurd xwe ji bo civaka demokratîk bi rêxistin bike. Em wek jinan li kolanên xwe û taxên xwe dixwazin azad bijîn.”   Piştî axaftina Hulya Alokmenê jinên taxan axivîn û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin vegotin.