Komxebata 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan' hat lidarxistin 2025-11-10 21:25:13     DERSÎM – Meclîsa Jinan a DBP’ê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li Dêrsimê komxebatên "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" li dar xist û peyama ku divê jin têkoşîn û hevgirtina xwe ya hevpar xurt bikin, da.   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Şîdeta li dijî Jinan de komxebatên xwe yên bi navê "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" didomîne, bi armanca nîqaşkirina bingehên îdeolojîk ên têkoşîna jinan û xurtkirina berxwedan û hevgirtina rêxistinkirî.   Cîgira Hevserokatiya DBP’ê Narîn Gezgor, aktivistên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hevseroka bajêr a DBP’ê ya Dêrsimê Selvî Gungormuş beşdarî komxebatên ku ji hêla Meclîsa Jinan a DBP’ê ve li gundê Perî Mastan ê Dêrsimê, Mazgirt û taxa Îstîklal a Pertek hatine lidarxistin bûn. Di komxebatên ku jinan eleqeyek mezin dîtin de, prensîbên bingehîn ên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" de pêşkêş kirine hatin nîqaşkirin.   ‘Têkoşîna me dê berdewam bike’   Narîn Gezgor tekez kir ku jin li her qadê têkoşîna xwe ya li dijî şîdetê didomînin û diyar kir ku divê ji bo bersivdayîna êrîşên li ser destkeftiyên jinan komun bên avakirin. Narîn Gezgor got, "Ger em hemû bi hev re bertek nîşan bidin û dema ku jin rastî şîdetê tê li dijî şîdetê rawestin, em dikarin pêşî lê bigirin. Ger em nebin yek û têkoşînek hevbeş nekin, tu kes ji me nikare bigihîje armancên xwe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje, 'Hûn ê ax û welatê xwe biparêzin, bi îradeya xwe ya azad tevbigerin û bi hev re têkoşînê bikin.' Em ê vê yekê wekî bingeh bigirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."