Çîmen Şine: Cîhan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dimeşe 2025-11-23 12:38:38     NAVENDA NÛÇEYAN  - Çîmen Şine got, "Jin bi bandora 'Jin, Jiyan, Azadî' veguherîn pêlek ji milyonan û rêxistiniya xwe dewam dikin" û destnîşan kir ku wê hesab ji mêr ê hegemon bipirsin.   Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Çîmen Şine bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li jinê berxwedana jinên Rojhilatî ya li hemberî rejîma Îranê ji ANF'ê re nirxand.   Çîmen Şine anî ziman ku li Rojhilatê Kurdistanê bi serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" re asteke girîng hatiye bidestxistin, ji aliyê şoreşa jinê ve rojevek hate afirandin û got, "Bi taybetî têkildarî encamên li Rojhilatê Kurdistanê bandoreke gelekî girîng hate afirandin. Ya herî girîng jî cîhan bi vê dirûşmê dimeşe; veguherî felsefeya azadiyê ya jinan a li cîhanê. Ev gelekî girîng e. Ji bo ev yek bê xurtkirin, birêxistinkirin û mayindekirin, weke jin divê em têkoşîna xwe mezin bikin.   Di vê çarçoveyê de gelek konferans hatin lidarxistin; li cîhanê, li parçeyên din ên Kurdistanê kombûnên jinan pêk hatin. Weke KJAR jî di salên 2024-2025'an de di vê çarçoveyê de me du konferans lidar xist û gelekî kar kir. Niha jî ji bo birêxistinkirin û bicihanîna vê yekê wezîfeyeke girîng dikeve ser milê her kesî.   Îro serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi wêrekiya berxwedanê ya bi hezaran jinan, bi sekna xwendekarên li zanîngehan hîn jî dewam dike. Bi taybetî di nava sê salên dawî de ji jehrîkirina jinên ciwan heta bi darvekirinê gelek zext-girtin hatin kirin. Li gel vê jî ti carî paşve gav nehate avêtin.   Bi taybetî çalakiyên jinan ên ji beşên cuda yên civakê û jinên ciwan ku refleksan zindî dihêlin, bi rengînî dewam dikin. Ev yek lêgerîna li demokrasî, azadî û edaletê ye. Civaka Îranê gelekî zindî ye. Hûn nikarin vî mejî û asta hişmendiyê ya bêhempa ya jinên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê bişikînin.   Bi wesîleya 25'ê Mijdare dikarim vê bibêjim: Divê Îran dest ji van kiryarên tundiya civakî berde. Bi rêbazên şerê taybet civak nikare bê terbiyekirin. Fikrên Rêber Apo li cîhanê bala jinan, li Îranê û Rojhilat eleqeyeke mezin a jinan dikişîne. Jinên Rojhilatî jî bawerî û hêza xwe ya azadiyê ji Rêber Apo digirin. Jinên li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê civakê ve bingeha jiyana azad e. Ji bo li Îranê ev fikir bi cih bê, were fêhmkirin em bi israr in ku xebatên azadiyê yên Jin, Jiyan, Azadî hîn mezin bikin.   Eger jinên Rojhilatî û Îranê paşve gavê neavêjin, ji ber wê yekê ye ku hêza xwe ji paradîgmaya Rêber Apo digirin. Bi rengekî mezin dilsozê Rêber Apo ne; ev yek şênber bûye. Hêviya herî mezin a mirovahiyê û jinan, bi taybetî jî ya jinên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê jî azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin.   Jinên Îranî gotin, 'Ez li dijî zextê me. Bedena min, porê min û hwd. ên min e'. Jinên ciwan ên ku pîrozmendiya bedenê diparêzin, bi rengekî li tundiyê rast hatin, destdirêjî li wan hate kirin. Bi taybetî di van sê salên dawî di raperînan de bi rola pêşengiyê rabûn. Ev yek jî wêrekiya jinên hişyarbûyî ye. Bi taybetî di nava van sê salan de jinan bi çalakiyên xwe li ber sîstema mêr rabûn û di dîroka Îranê de rûpelek nû vekirin. Hin jinên ciwan ji ber ku li ber dewleta bi mejiyê mêr rabûnd, xistin nexweşxaneya derûnî."   Çîmen Şine destnîşan kir ku pêşketinên li Rojhilat û Îranê îro bandoreke mezin li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dike û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ev dema serhildanê ya bi Şiler Resulî û Jîna Emînî destpê kir; gelên Îranî di encama têkoşîna gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û gelan de, bi têkoşîna civakî tevkarî li pêşketina karên jinan kir. Ev yek jî ji bo avakirina Îraneke demokratîk bû hêza dehfdanê. Gelan biryara vê yekê dan.   Jinên Îranî û Rojhilatî daxwaza xwe ya ji bo rêveberiyeke demokratîk û demokrasiyê bi her awayî bi têkoşînê nîşan dan. Ti hêzeke demokratîk nekarî pêşî li vê dilxwaziya demokrasî û azadiyê bigire. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ya ku bi pêşengiya jinan, gelan û ciwanan pêk hat, bi encamên xwe yên civakî û siyasî yên mezin îro hîn bêhtir derketiye holê. Wê pêşketinên şoreşgerî bi xwe re bîne.   Jinên ku destdirêjî li wan hate kirin di nava malbatê de hatin qetilkirin. Asta tundiyê li Îranê gelekî zêde bûye. Jinek ku destavêtin lê hatibe kirin li nava malê tê qetilkirin û jiyana wê hîn bêhtir dikeve xeteriyê. Ev yek ji aliyê rejîma molla ve hate afirandin. Lê belê qîrîna Jin, Jiyan, Azadî hêviya jinan ji bo azadî, edalet û aştiyê hîn mezin kir. Ev yek jî ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin.   Em bi nêrîna jineolojîk dikarin hesabê ji van civakên mêr ên kastîk bipirsin. Berxwedana îro ya bi pêşengiya jin û gelên Îranî ve tê kirin, di asteke welê de mezin bû ku pêşketina azadiyê ya civakî pêk bîne. Jinê bi tempo û rêbaza xwe rêya têkoşîneke nû vekir.   Di serî de dewleta mêtinger a Îranê hêzên serwwer ên din bi daxwazeke ewçend mezin a azadiyê re rû bi rû ne ku nikarin sekn û daxwaza azadiyê ya gel ji nedîtî ve bên. Ev daxwaz bingehîn e, ji hêza xwe tiştek winda nekiriye. Di têkoşîna neteweya demokratîk de û di tempoya avakirinê de jinan tiştek winda nekirine û qet ji qadan neçûne. Ji bo armancên xwe yên azadiyê pêk bînin, hîn jî berdêlê didin. Ji ber ku ji darvekirinan natirsin, qadên şoreşê û kolan qet vala nehiştin. Êdî jinên Îranî û Rojhilatî çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê ne; ji bo azadiya civakî canê xwe didin.   Zext li gel darvekirinê jî nekarî wan ji daxwqaza azadiyê û lêgerîna li jiyana azad vegerîne. Hêzên hegemon hemû jî neçar in vê bibînin. Jin bi qasî ku azadiyê pêk bînin bi hêvî û wêrek in. Slaa 2025'an ji bo jinên ku di oxira demokrasî û azadiyê de têdikoşin wê bibe saleke diyarker. Dikarim bibêjim ku jin û gelên Îranê di serdemeke bi vî rengî re derbas dibin. Gel û jinên Îranî yên bi daxwaza azadî û demokrasiyê ne, gelekî berxwedêr in. Vê seknê wateyeke hîn bêhtir li sala 2025'an kiriye. Di sala 2025'an de yên ku ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin bi ser ketin.   Di şerê Îran-Îsraîlê yên 12 rojan de Îranê derbeke mezin xwar. Di jiyana jinan de koçberî çêbû; jinan gelekî zerar dîtin. Zarokan zerar dîtin. Pirsgirêka bingehîn a Îranê demokratîkbûn e. Li Îranê ku xwedî civakeke ji gelek rengan e, demokrasî wê weke dermanekî be. Jinan ti carî dest ji van daxwazên xwe bernedan."   Çîmen Şine ragihand ku jinên ji neteweyên cuda yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya karên hevpar de bi salan e gelek xebatan dimeşînin û got, "Karên tifaqa jinê li Rojhilatê Kurdistanê, li hin platforman piştî raperîna Jin, Jiyan, Azadî hîn bêhtir bûn. Bi taybetî kombûnên jinan ên hevpar di salên 2024-2025'an de li ser bingeha Jin, Jiyan, Azadî bi rengê du konferansan hatin birêxistinkirin. Bêguman ev kombûna me ya li hev ji piştevaniyê wêdetir zemîneke welê diafirîne ku veguhere platformên xweser û mayinde.   Karên ku hatin meşandin dewam dikin. Jinên Îranî û Rojhilatî yên li platformên jinan ên demokratîk ên pir neteweyan li hev kom bûn, bi jinên Fars û Belûc re li ser binegha piştevaniya hevpar platform û înîsiyatîf ava kirin. Karên yekîtiya neteweyî ji her demê bêhtir girîng e.   Weke jin gelek nuqteyên me yên hevpar û gelek sedemên me hene. Ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê karên demokratîkbûnê, beriya her tiştî ji bo jinên Îranê rojeva bingehîn e. Hin konferans û rêxistinbûnên hevpar ên li ser vê bingehê hatin birêxistinkirin, înîsiyatîfên hevpar ên ku dikarin mayinde bibin bi xwe re anîn Yek ji encamên konferansa Jin, Jiyan, Azadî jî ev înîsiyatîfên rêxistinî yên hevpar e. Ev înîsiyatîf bi karên hevpar ên cuda dewam dike.   Di vê çarçoveyê de kampanya me ya bi navê 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' dewam dike. Ev kampanya û têkoşîna yekîtiya jinan a neteweyî, karên yekîtiya jinan divê ji bo jinan hemûyan bibe rojeva bingehîn. Weke KJAR'ê ji bo me jî perspektîfa bingehîn e, bernameya karekî stratejîk e."   Çîmen Şine ragihand ku weke jinên Rojhilatê Kurdistanê li ber ronahiya Jin, Jiyan, Azadî ew xurtkirina vî karî gelekî stratejîk dibînin û got, "Êşên jinên Belûc, Azerî, Ereb, Kurd û Fars weke hev e. Em bi heman pêla tundiyê ya dewletê re rû bi rû ne. Em dikarin vê zilmê bi dawî bikin. Weke jinên li civaka Îranê em hemû jin li hev kom bibin, Îraneke nû û demokratîk bi destê jinan ava bikin. Jiyana azad wê bi destê jinan bê. Îraneke ku jin lê azad e, Îraneke ku destavêtin li jinan nabe, dikare bê avakirin. Tenê bila qanûnên mêr ên serwer lê nebe."   Çîmen Şine anî ziman ku rejîma molla ya Îranê bi polîtîkayên xwe yên qirker û zayendîperest jinan, gelan û civakê di bin zexta tundiyê de dihêle, bi qanûnên şerî û neteweperestî hewl dide encamê bi dest bixe û got, "Ji bo bi darvekirinê jinan bitirsîne, terbiye bike û îradeya wan teslîm bigire, kiryarên xwe yên hovane û li derveyî mirovahiyê bê navber xistiye meriyetê. Bi taybetî piştî serhildanê darvekirin gelekî zêde bûn. Îro li cîhanê hema bibêje li ti welatî darvekirin nayê kirin. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye, li dijî serdemê ye, faşîzm e, qirkirin e. Ti hinceta pêkanîna darvekirinê nîne.   Berxwedana li girtîgehên Îranê ya bi pêşengiya jinan tê kirin, di şexsê Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de silav dikim. Em di demeke welê de ne ku li gel nirxandina bi xurtî ya siyaseta darvekirin û êşkenceyê ya rejîma Îranê divê em têkoşîna li hemberî wê xurt bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, jinên ku di oxira jiyana azad de her tişt dane pêş çavanê xwe, jinên bi felsefeya azadiyê ve dilsoz in, jin, ciwan û gelên bi vî rengî hene."   Çîmen Şine bi bî rxist ku heta Tebaxa 2025'an 841 kes hatin darvekirin ku ev yek bi tena serê xwe hovîtiyek e û got, "Tê zanîn ku heta meha Mijdarê ev hejmar gelekî zêdetir e. Ne tenê jin, her wiha civak, gel û her neteweyên li Îranê di bin gefa darvekirinê de ne.   Sekna ku jin li hemberî vê yekê nîşan didin ev e: 'Dem dema azadiyê ye'. Li Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê li zêdeyî 90 cihî bûyerên ku qewimîn, serhildana bi pêşengiya jinan serdemeke welê ya dîrokî da destpêkirin ku veger ji wê nabe. Belê, em dikarin bibêjin ku çirûska şoreşê pê ketiye. Ev yek bi pêşengiya jinên Îranî û Rojhilatî pêk hat."   Çîmen Şine destnîşan kir ku jin ji ber ku dibêjin, dema azadî û veguherîna demokratîk li Îranê hatiye têne darvekirin û got, "Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî têkoşîneke mezin a bi vî rengî dimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna wan wê teqez bi ser bikeve û azadî wê pêk bê. Jin bi yekbûnê exlaqê azad ê nû li Îranê temsîl dikin."   Çîmen Şine diyar kir ku mejiyê rejîma Îranê mêr ê hegemonîk e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Çiqasî darvekirinê dike bila bike, rastiya jinên Îranî û Rojhilatî gelekî xurt e; bilind e, esîl e. Civaka azadiyê dilxwazê azadiyê ye û heqîqetek heye: Rejîma Îranê nikare vê hêza şoreşê û azadiyê teslîm bigire. Civakê potansiyela paradîgmaya azadiyê di serhildana Jin, Jiyan, Azadî de tehm kiriye. Gelekî girîng dibînim ku vê yekê destnîşan bikim.   Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê divê hêza çareseriyê ya şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo avakirina Îraneke demokratîk weke perspektîfeke bingehîn bê dîtin; weke jin divê em hêza xwe bikin yek. Yekane rêya hesabpirsîna ji vê rejîma dijminê jinê, hêza me ya rêxistinî ye. Potansiyela Jin, Jiyan, Azadî ye.   Em ji jinên Îranî hemûyan re dibêjin; Bi nexşerêya azadiyê ya ku ev felsefe ronî dike, em serhildana xwe bi rêxistin bikin. Çima di nava civakê de herî zêde jin û ciwan têne darvekirin? Ji ber ku jin û ciwan hêmana bingehîn a azadiyê ne.   Îro Rêber Apo rêya rizgariyê careke din nîşanî jinan dike. Bi Manîfestoya Civaka Demokratîk bersiva herî xurt pêşkêşî daxwaza azadiyê ya jinên Îranî dike. Paradîgmaya ku darvekirinê bisekine paradîgmaya azadiya jinê ye. Civakên ber bi azadiyê ve dimeşin her tim bi ser ketine."   Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Çîmen Şine got, "Jin wê di 25'ê Mijdarê de vê têkoşînê hîn mezin bikin. Di vê 25'ê Mijdarê de ji her demê bêhtir bi xeta xweparastinê civak xwe bi rêxistin dike. Jİn bi bandora Jin, Jiyan, zadî weke pêleke okyanûsê vediguherin bi milyonan pêlî û rêxistiniya xwe dewam dikin.   Jinên Îran û Rojhilatî pêşengiyê ji vê pêla dîrokî re dikin. Sekna 25'ê Mijdarê wê bi çalakî û refleksên jinê nîşan bidin.   Em ê hesab ji vî mê rê hegemon bipirsin. Rêya hesabpirsîna ji çanda tecawizê azadiya jinan a bi rêxistinbûnê ye."