TJA li Dilovasiyê meş li dar xist 2025-11-23 14:21:19     KOCAELÎ  - TJA, bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi azadiya bê tundî ve" li Dilovasiyê meş li dar xist.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ber bi azadiya bê tundî ve" li Dilovasiyê meşê li dar xist. Jin ji bo jin û zarokên di şewata fabrîqayek li Dilovasiyê de jiyana xwe ji dest da li Meydana Gebze Dilovasi hatin gel hevdu. Gelek kes û malbatên jinên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tevli bûn.    Jinên li Meydana Dilovasi hatin gel hevdu ber bi cihê agir pê ket meşiyan.     Jinan piştre daxuyanî xwendin. Kurdiya daxuyaniyê Ayşe Aksoy a tirkî jî Guldem Dogan xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"   Em, weke TJA, bi daxwaz û îddîaya jiyaneke bêtundî û azad li civakeke demokratîk, 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin û mîrasa berxwedanê ya heta îro û berpirsyariya têkoşînê ya roja îro digihînin hev.   25'ê Mijdarê rojeke dîrokî ye ku bi kuştina Xwişkên Mîrabel di dîrokê de cihê xwe girtiye. Vê dîrokê nîşanê me daye ka tundiya dewleta mêrperest û polîtîkayên  çewisandinê çawa digihêjin hev û çav berdidin jiyana jinan. Ji wê rojê heta îro dinya diguhere, bajar mezin dibin, teknolojî pêşve diçe, lê belê hê jî hewldanek heye ku jiyana jinan bi tundiyê dorpêç bike; li dijî van êrîşan hemûyan jin hê jî li ber xwe didin, têdikoşin.   Xwişkên Mîrabel sê xwişk in ku ji wan re dibêjin Perperok û li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriya Trujillo ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê li ber xwe didin û gelek caran hatine desteserkirin û îşkencekirin, 25ê Mijdara 1960î ji aliyê polîsan ve tên revandin û bi îşkenceyê tên qetilkirin. Îro li çar aliyên cihanê jin xwedî li mîrasa têkoşînê ya van her sê xwişkan derdikevin û bi vî awayî qetilkirina wan protesto dikin.   Ew tariya ku bi dîktatoriya Domînîkê derketibû holê îro roj li erdnîgariyên cuda cuda ji nû ve tê afirandin. Lê belê em jin jî li hemberî vê tariyê dîsan li her derê ne; li dijî polîtîkayên zextlêkirin, tundî û kedxwariyê yên li ser jinan sepandî em li her dera jiyanê vediguherînin qadeke têkoşînê û bi qetlîama li Dîlovasiyê jî me careke din dît ku jin bi polîtîkayên kedxwarî, tundî û qetlîamê re rû bi rû tên hiştin.   Ew fabrîqeya ku 8'ê Mijdarê li Dîlovasiyê teqiya, tenê dîwarên wê yên bêton hilneweşiyan, her wiha maske û rûpoşên li ber rûyê vê pergala riziyayî jî careke din hatin xwarê ku ev bi salan e ku me weke çavkaniya keda erzan dibîne. Di teqînê de 2 ji wan zarok bi tevahî 6 karkerên jin jiyana xwe ji dest da; navên wan Cansû, Nîsa, Şengul, Esma û Xanim bûn. Li gel wan, berpirsê wardiyayan Tuncay Yildiz jî bi giranî birîndar bûbû û wî jî jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên cangorî gihişt 7an. Ev karkerên jin neçar mabûn ky bi destheqên pir kêm, bêyî ewlekarî û di mercên xeternak de bixebitin û wan ji ber van jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku venêrîn tune bû, guh nedabûn ewlekariyê û rantparêzî û sermayeyê pûte bi keda jinan nedida, ev encam derket holê.     Ev ne qezayek e, lê ev kuştina karkeran e, tevkujiyek e.   Ev encama wan polîtîkayan e ku keda jinan dinixumînin, nedîtbar dikin û bêqîmet dikin. Dûyê jehrî yê ku piştî şewatê li navçeyê li rûyê asmên girt, ne tenê karesateke ekolojîk e; yek ji binpêkirinên mafên jiyanê yên sîstematîk û berdewam e ku bi salan e bi ser jin, zarok û kedkaran de tên barandin. Li Dîlovasiyê eger jin nikaribin li malên xwe jî bêhneke pak bikişînin hinavê xwe, ev ne çarenûsa wan e, ev tundiya ji ber rantperestî û sermayeyê ye û ev tundiya avasaziyî ye ku ji ber nebûna çavdêriya dewletê girantir dibe. Saziyên sanayiyê bêyî tu venêrînê dixebitin, polîtîkayên rantperestiyê serwer in û tercîhên rayedaran siheta gelê herêmê nadin ber çavan… Û îro ev hemû êdî veguherîne cureyekî din ê tundiyê ku rasterast qesta canê jinan dike.   Ne rasthatinek an bi nezanîn e ku jin bi mecbûrî di karên herî xeternak û bêewlehî de bi destheqên herî kêm têne xebitandin; ev polîtîkayeke kedxwariyê ye. Ev kedxwariya ku li pişta jinên kurd, jinên koçber û jinên xizan tê barkirin, bi keda bêdestheq ya li nava malan, bi wardiyayên giran ên li fabrîqeyan û xebitandina zarokan li zeviyên çandiniyê her diçe mezintir û girantir dibe. Em karkerkirina zarokan qebûl nakin û vê pergala tundiyê ya ku xizaniya jinan zêdetir dike û zarokan îstîsmar dike, em wê red dikin.   Pergala mêr-serdestiyê hebûna xwe li ser bindestkirin û çewisandina jinan ava dike û vê yekê hê jî berdewam dike. Di deh mehên pêşîn ên 2025an de 317 jin bi destê mêran hatine qetilkirin; her wiha, mirina bi dehan jinan weke mirinên biguman hatine binavkirin û qeydkirin; Rojîn Kabaîş, Gulîstan Dokû, Narîn Guran û gelek jinên din hatin windakirin û kujerên wan nehatin darizandin. Em jin li dijî van polîtîkayên bêcezatî û kedxwariyê her dera jiyanê vediguherînin qadeke têkoşînê ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad.   Û em li vê derê dîsa bi dengekî berz bang dikin:   Ji Xwişkên Mîrabel heta roja îro: Jin bi civaka demokratîk jiyaneke bêtundî û azad dixwazin.   Em ê li dijî hemû êrîşan tê bikoşin ku qesta nasnameya me, axa me, bedena me û keda me dikin û wan ji xwe re dikin hedef. Ji jinên ku li Dîlovasiyê jiyana xwe ji dest dane heta jinên ku her sibeh diçin kar û her şev ji bo ku nemirin li ber xwe didin, ev rêya vê nîşanî me dide: Bi têkoşîna rêxistinkirî û hevgirtinê jiyaneke azad a bêtundî dikare bê avakirin.   Li dijî vê pergala mêr-serdestiyê, ya ku her dera jin, civak û jiyanê veguherandiye qadeke kedxwariyê û çar aliyên me bi kujerên kastîk dagirtiye, weke Tevgera Jinên Kurd em ê bi hev re jiyana azad a bêtundî ava bikin! "