Lî Qoserê yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin 2025-11-25 11:52:16   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dê û bav û zaroka wan a 5 salî li mala xwe mirî hatin dîtin.   Li Taxa Turgut Ozal a navçeya Qosera Mêrdînê hat diyarkirin ku dê û bav û zaroka wan a 5 salî hatine kuştin.   Hat zanîn ku cîranên malbatê xeber ji wan negirtine, gazî keyayê taxê kirine û ketine hundir.   Keya û cîranan dît ku Mehmet K.yê 37 salî, hevjîna wî Berna K. ya 33 salî û keça wan a 5 salî Samyelî K. ji serê xwe gule xwarine û kuştî ne.   Piştre li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs hatin cihê bûyerê û cenazeyan ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.   Derbarê bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.