Li Êlihê meşa 25'ê Mijdarê 2025-11-25 16:15:27     ÊLIH - Li Êlihê bi minasebeta 25'ê Mijdarê meşek hat lidarxistin û jinan di meşê de daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman.    Li Êlihê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve" meşek li dar xist, dû re jî daxuyaniyek da çapemeniyê.   Jinên ku li Parka Yilmaz Guney kom bûn heta Batman Park AVM'ê meşiyan. Di meşê de dirûşma "Jin Jiyan Azadî", "Jin Jiyan Azadî, azad bibe Rêbertî" hat berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Zeryam Işık ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.   Her wiha aktîvîsta TJA'yê siyasetmedar Ayla Akat Ata jî axivî û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û got: "Bi salan e em di vê hawîrdora tundiyê de ezmûnên re rû bi rû man. Ger sibê çareseriyek demokratîk pêş bikeve, rola me di pêvajoya avakirina aştiyê de dê cuda be. Li ku derê tundî hebe em ê li vir bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hene û em ê hebin."