'Aştiyeke mayînde bi beşdariya jinan mimkun e' 2025-11-25 16:42:41     NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, li dijî tnundiya mêr-dewletê banga têkoşînê hat kirin.    Komîsyonên Jinan ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên bajaran di çalakiyên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, li dijî tundiyê banga têkoşînê kirin.    Îzmîr    Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna ku li avahiya komeleyê pêk hat, gelek jin beşdar bûn. Hevseroka ÎHD'ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş li ser navê komîsyonê daxuyaniya çapemeniyê xwend.   Zîlan Gumuşê destnîşan kir ku 25'ê Mijdarê tenê ne rojeke bîranînê ye, roja mezinkirina daxwaza jiyanê ya li ser esasê wekheviyê ye û bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên jinan.    Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 6 a Îzmîrê, bi boneya 25'ê Mijdarê ji ber SGK a Konakê heya Qada Cumhîriyetê meşiyan.    Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 7 a Îzmîrê, li ber Buyukpark a Bornovayê kom bûn û bal kişandin ser têkoşîna li her cure tundiya li ser jinan.    Edene    Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê, rapora li ser cinayetên jinan amade kiribû bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya komeleyê ragihand. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê baran Onerê, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku kuştin bi taybetî di demên ku jin dixwazin derkevin, bixebitin, an jî li ser jiyana xwe biryar bidin de zêde dibin.   Rapor ji aliyê endama Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê Belgîn Işikê ve hat parvekirin.    Dêrsîm   Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Dêrsimê li avahiya Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parêzer Reyhan Helin Bulut di civînê de axivî û got: "Tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê ne bûyereke takekesî ye; ew binpêkirineke sîstematîk a mafên mirovan e ku ji ber xemsariya saziyan a bi salan bêcezatî mezin dibe û tevna civakî xera dike."   Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Dêrsimê jî li avahiya komeleyê der barê 25'ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Ji Bo Jiholêrakirina Tundiya Li Dijî Jinan de daxuyaniyek da. Hevseroka Şaxa ÎHD a Dêrsimê Nurşat Yeşil li wir axivî û diyar kir ku jin bûne hedefa sereke ya hem pêvajoyên pevçûnê û hem jî polîtîkayên dewletê yên zordar.