Ji qadan bang kirin: Jiyanek nû pêkane 2025-11-25 19:52:36     NAVENDA NÛÇEYAN- Di bernameyên bi wesîleya 25’ê Mijdarê pêk hatin de peyama ‘jiyanek nû pêkane’ hat dayîn.   Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, şaredarî, saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl gelek çalakî û bername li darxistin. Jinan li dijî tundiyê dengê hevpar biklindkirin û bangên piştevaniyê mezin kirin.   Amed    Serokatiya Daîreya Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Daristana Bariş çarçoveya 25’ê Mijdarê de dar çandin. Hevberdevka Meclîsa Şaredariyê Demet Ceylan, Endamên Meclîsê, seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û gelek jin tevli bernameyê bûn. Ozden Gurbuz Sumer der barê wateya rojê de axivî û got gotina wan neqedyaye û wê tundiyê bi hev re rawestînin. Piştî axaftinan şitilên daran hatin çandin.   Di civînê de li ser têkoşîna li dijî tundiyê rawestiyan   Runiştina 16’emîn a meha Mijdarê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di bin serokatiya serokwekîla meclîsê Evîn Yelboga de hat kirin. Piştî nirxandina xalên rojevê der barê 25’ê Midjarê de jî daxuyaniyek hat dayîn.  Endama Komîsyon aJinan Canan Efe daxuyanî xwend û li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan sekinî.   Şirnex   Li Şinexê bi pêşengiya TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de hat xwestin ku  meş û daxuynî pêk bê. Girse li ber DEM partî ya Sîlopiyê hat gel hev û xewstin berbi Kolana Hunerê bimeşin. Lê polîsan asteng kir.  Jinan li dijî astengkirina çalakiya runiştinê pêk anî. Polîsan çalakî dorpêç kirin.Jinan bi dirûşmeyan bertek nîşan dan    Stenbol   Jinan beriya çalakiya 25’ê mijdarê  pankarta bi nivîsa ‘ne edaleta mêr, edaleta rast’ bi avahiya Baroya Stenbolê ya Kolana Îstîklalê ve daliqandin.   Îzmîr    Karkerên  Fabrîqeya Temel Conta ku saleke berxwe didin bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek dan û  gotin roja 25’ê Mijdarê ji bo polîs neyên konteynirên wan wê nobetê bigirin.   Mûş    Li Mûşê bi pêşengiya TJA’yê daxuyaniyek hat dayîn. Jin li ber avahiya şaredariya Muşê hatin gel hev.Polîsan ber şaredariyê dorpêçkirin. Jinan bûyer protesto kirin û çalakiya runiştinê pêk anîn. Çalakî bi saetan berdeawm kir û bertek nîşanê polîsan hat dayîn û daxuyanî li ber şaredariyê dan.   Aktîvîsta TJA’yê Muşerref Dag axivî û da zanîn ku  heta jiyanek nû ava nebe wê têbikoşin û got jiyanek nû pêkane. Hevşaredara Muşê Tuba Sayilgan jî daxuyakirin ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe û wê têkoşîna xwe bidomînin.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.     Agirî    Li Agiriyê jî çarçoveya 25’ê Mijdarê de meşek pêk hat. Gelek jin tevli meşê bûn. Jin li ber avahiya DBP’ê hatin gel hev û meşiya Kolana Cumhuriyetê. Jinên li wir daxuyanî dan piştre meşiyan avahiya DEM Partiyê û bi bernameyekê bidawî kirin.   Li Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn a Agiriyê jî çarçoveya 25’ê Mijdarê de fîlm hat nîşandan.   Îdir    Li Îdirê jî çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Kolana Basin daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka DBP’ê Kezban Karasu  Tanca ve hat xwendin.   Qers    Li Qersê jî bi pêşengiya TJA’yê daxuyaniyek hat dayîn û meş pêk hat. Gelek jin tevli meşê bûn. Jinên li ber avahiya DEM Partiyê hatin gel hev berbi Gazî Ahmet Muhtarpaşa ve meşiyan. Li wir daxuyaniyek hat dayîn û berdevka meclîsa jinan Qersê Gulcan Alp daxuyanî xwend.    Semsûr    Li Semurê jî Platforma Jinan a Semsurê li Parka Mîmar Sînan daxuuaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Platformê Nusel Bîçer ve hat xwendin.   Colemêrg    Li Colemêrgê jî bi pêşengiya KESK’ê ve meşek pêk hat û daxuyanî hat dayîn. Gelek kes tevli meşê bûn. Li ser navê girseyê Sekretera Egîtîm Sen a Colemêrgê Rojda Încî daxuyanî xwend.   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.