Dayika Aştiyê Fatma Akbaş: Em aştiyek mayînde dixwazin 2025-11-26 09:03:52   Evîn Çîftçî   RIHA - Dayika Aştiyê Fatma Akbaş ku pismamê wê 35 sal e girî ye wiha got: “Ger hûn aştiyê bixqwazin divê hûn girtiyên zindanan berdin.”   Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê ku kir şûnde pêşiya geşedanên dîrokî hat vekirin. Di vê pêvajoyê de PKK’ê 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da.  Piştre Tevgera Azadiya Kurd di 11’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê merasîma şewitandina çekan pêk anî. Di 26’ê cotmehê de  biryara vekişanda hêzên xwe yên ji Bakurê Kurdistanê da. Ligel van gavên girîng hîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî ye û ev jî bandorek neyînî li ser hestên gel dike. Dayika Aştiyê Fatma Akbaş der barê mijarê de ji ajasa me re axivî.   ‘Riya wan riya heqîqetê ye’   Fatma Akbaş got ‘kurê min di pêvajya şer de ne ya aştiyê de şehîd ket’ û got wê her tim di riya heqîqetê de biçe. Fatma Akbaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min di 2004’an de tevli tevgerê bû. Di 2013’an de pêvajoya muzakereyê hebû. Kurê min di wê pêvajoyê de şehîd ket. Em wê demê jî ji pêvajoyê kêfxweş bûn. Lê kurê min şehîd ket. Kemîn avakirin û kurê min qetil kirin. Em di riya wan de em di riya heqîqetê de ne.”   ‘Ji ber nabêje ez poşmanim înfaza wî tê taloqkirin’   Fatma Akbaş di berdewamiyê de balkişand ser rewşa pismamê xwe yê ku 35 sal e girî ye û înfaza wî 5 sal e tê taloqkirinê û wiha vegot: “Em aştiyek bi rumet dixwazin. Niha jî dibêjin pêvajoyek heye. Lê kurê xalê min 35 sal e girtî ye. Pirsa ‘tu poşmanî’ jê dikin. Ew jî qebûl nake. Ji ber vê her tim înfaza wî tê taloqkirin. Bila serokatiya me û hemû girtî bên berdan. Me bedelên mezin dan. Yên gotinan dibêjin bila di pratîkê de jî nişan bidin. PKK’ê biryarên girîng dan. Bila dewlet jî rast û dirûst be. Gavan bavêje.”