Platforma Tenduristiyê encamnameya komxebatê parve kir 2025-12-06 16:33:34   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê  rapora encama komxebat û panela ku rêxistinên pişeyî yên tenduristiyê di 9'ê Mijdarê de bi mijara “Ji bo Tenduristiya Civakî Aştî” lidarxistibûn bi raya giştî re parve kirin.   Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) di 9'ê Mijdarê de li ÇandAmedê panela bi navê “Ji bo Tenduristiya Civakî Aştî” li dar xistibûn. Platforma Tenduristiyê ya Amedê rapora derheqê panelê de hatî amadekirin bi raya giştî re parve kir. Rapor li avahiya şaxa SES'ê a li navçeya Yenîşehîrê hat xwendin. Rapor ji aliyê endamên platformê ve hatin xwendin. Kurdiya raporê Jiyan Ay, Tirkiya wê jî Muhammet Can xwend.   Rapor bale dikişine ser têgihên wek ‘’mafê tenduristiyê, wekhevî, hevrûbûna trawmayan, dad û avakirina aştiyê’’ û li di çarçoveya van têgihan de komxebat li ser tesbît û pêşniyariyên çareseriyê hûr dibe.   Weke encam komxebat li ser van xalên hevpar li hev kirin e:   *Tendurustî mijareke siyasî ye   *Mêtîngehkirin, navendîbûn, şer û bavsalarî diyarkerên bingehîn ên tenduristiya civakî ne.   *Aştî ji bo tenduristiya giştî şertê pêşîn e.   *Mafê tenduristiyê li civakên şer berdewam dike pêk nayê.   *Tenduristiya bi zimanê dayikê mafeke bingehîn e.   *Ziman, li ser dermankirin, tenduristiya derûnî û çareserkirina birînên civakî diyarker e.   *Azadiya jinan bingeha azadiya civakî ye.   *Gihîştina jinan a mafê tenduristiyê ji ber zextên piralî sînordar e.   *Girtîgeh krîzên tenduristiya civakî kûrtir dikin.   *Divê bi lezgînî çareserî ji girtiyên nexweş û polîtîkayên tecrîdê re bê dîtin.   *Qirkirina ekolojiyê rasterast tenduristiya civakî xera dike.   *Tenduristiya xwezayê û tenduristiya civakê nikarin ji hev cuda werin nirxandin.    Her wiha komxebatê dawiya raporê de ji bo jinûve avakirina tenduristiya giştî çend pêşniyari jî anîne ziman. Pêşniyarî ev in:   *Bidawîkirina polîtîkayên şer,   *Demokratîkkirina xizmetên tenduristiyê,   *Naskirina mafê tenduristiyê bi zimanê zikmakî,   *Xurtkirina îradeya herêmî, Hevgirtina azadiya jinan wekî prensîbeke civakî,   *Bidawîkirina binpêkirinên di girtîgehan de, Sazkirina mekanîzmayên ji bo hevrûbûna trawmayê.